Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengê meleyan] de;

9. li gel xwe zirezira mirovên ecêb aniye.



sedemek mezin ji paşdemayîna gelê me û gelên din yên misilman jî ev nêrîna hişk, bêfeyde û bêgiramî ye. mixabin rewşa yên ku xwe qaşo nûjen û ronak dibînin, wisa ye. têkiliya wan û gelê wan evqas biproblem e

ji ber vê yekê ye ku gelek kurdên oldar, ji xwendina zarokên xwe ditirsin. ji pirtûkên kurdî ditirsin, ji partiyên kurdan ditirsin û xwe diavêjin hembêza partiyên tirk û mizgeftên dewletê.



ger we şaşiyek gelê xwe dîtibe, divê hûn bi zimanek çêker nêzikî problemê bibin û li derdora xwe vê fikra xwe bidin fêhmkirin. ger hûn bi zimanek wisa dijminayî nêzik bibin, wê dijberên we jî hişktir bibin. ev bertekek gelek normal e. lê dîsa jî em dibînin ku li jor hema bêje herkesê ku bawermend e, nêrînên xwe bi zimanek guncan anîne ziman.



ger em werin naveroka meseleyê. bi ya min bang jixwe êdî tiştek beredayî ye. tu ferziyeta wê jî jixwe nemaye.

mîna daholvanê remezanê ev jî êdî tiştek beredayî ye. lê berevajî daholvanê remezanê, bi ya min divê banga melê neyê rakirin. ji ber ku ev parçeyek çanda gel e.

lê dengê wê dikare were kêmkirin. bi qasê ku tenê li mizgeftê û li baxçeya wê were bihîstin.



21.06.2016 18:49 | simurg56