Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêmoralbûna kurdan] de;

1. tiralbûn, bêhêvîbûn û xemsarbûna wan jî bi xwe re tîne.



her ku di warê siyasetê de bûyerên trajîk û xerab pêk tên, kurd zêdetir tiral dibin û destê xwe ji her tiştî dikişînin.

lê di eslê xwe de divê ne wisa bûya. divê berevajî be: kengê dijmin xurttir xuya bike an jî zilma li ser kurdan zêdetir bibe, divê kurd zêdetir bigihin hev û zêdetir bixebitin. xebitîn ne tenê şer e. awayê alîkarkirina gelê xwe ya mirovekî çi be, têkoşîna wî ew e û divê di serdemên wisa de têkoşînê bilind bike.

di jiyana kurdan de dema têkoşîn tê gotin, tenê şer û meş heye. dema ew baş bin jiyan heye, dema xerab bin jiyan tune ye.



ez bixwe wisa nakim. rewşa giştî ya kurdan çiqas ne baş be, moralê min xerab bibe jî motîvasyona min ewqas zêdetir dibe û tiştên di aqlê xwe de zûtir tînim cih.



10.03.2016 22:06 | simurg56