Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdîkirina google translate] de;

18. xizmeta ku vê gavê tenê vebijêrka translate'ê yanî ya wergerê dide kurdî. ger wergera kurdî têra xwe berhev bibe, ez bawer im wê yên din jî vebin.



31.03.2016 22:34 | simurg56

13. projeyek dûv û dirêj e.

ji bo ku google bikare ji kurdî wergeran bi dehan zimanên din bike, divê di destê wê de danegehek gelek dewlemend hebe. da ku makîneya wan bikare mantiqa kurdî çêtir nas bike û wergera wê bike. ji ber vê yekê îhtîmalek mezin heta ku em wergerînin wê google her hevokên nû derxîne pêşberî me. belkî heta 500.000 jî.

li gel ku belkî me heta niha tenê 5.000 hezar peyv û hevok wergerandibin jî google aniha wergera kurdî dike. lê weke hûn dibînin kalîteya wê hê ne baş e.

em çiqas wergerên nû lê zêde bikin wê google zimanê me bêtir nas bike. loma divê werger heta ku em bêjin "google êdî zimanê kurdî baş werdigerîne" bidome.

ji bo tirkî jî didome weke mînak...



20.03.2016 21:30 | simurg56

7. mixabin bi qasê zanim rê nade kontrolkirina hevdû.

di vê navberê de min heta niha 830 hevok wergerandin. lê qene nikarim wergerên xwe jî bibînim. tenê dikarim hejmara wan bizanim.

lê dîsa jî komek hebûya wê gelek baş bûya. qet nebe ji bo motîvasyonê.



13.03.2016 20:29 | simurg56

2. nizanim di çi astê de ye.

mirov tenê dikare hejmara wergerên xwe bibîne. min heta niha ji 500an zêdetir wergeran kir.

em werin hesaban:

ger 500 kurdan bikariya ev qas werger bikin (ku tenê rojekî min stand û min xwe zêde neêşand jî) wê demê wê 500x500=250.000 peyv û hevok bihatana wergerandin. û wê di nava 2-3 rojan de ev kar biqediya.

lê mixabin bawer nakim 50 kes jî hebin. jixwe problema me kurdan jî ev e.



10.03.2016 21:47 | simurg56

1. bi qasê alîkarîkirina googlê, alîkarîkirina ji bo gelê kurd e jî.

googleê cara ewil bi xizmeta xwe ya google translatê, dest avêt zimanê kurdî. ger kurd lê xwedî derkevin, îhtîmalek mezin wê paşê xizmetên xwe yên din jî wergerîne kurd. heta sîstema andorîdê, chrome û chrome os'yê jî.

xizmetên din yên googlê;

gmail, drive, maps, google earth, lêgerîna googlê, wêne, dokumenter, youtube, androîd, chrome browser, blogger, adsense, adwords, google groups û bi sedan xizmetên din: Here lînkê



ji bo alîkarîkirina translatê, herin vê rûpelê, Here lînkê zimanên kurdî û îngîlîzî hilbijêrin û dest bi wergerê bikin.

ji kerema xwe re ger hûn kurdiya hevokekê tam nezanin, an jî jê ne ewle bin, wernegerînin da ku xebat kêrî tiştekî were.



ji xeynî wê, ji kerema xwe re bikevin eyarên geroka xwe ya chrome'ê û zimanê wê bikin kurdî. (wê zimanê bernameyê nebe kurdî ji ber ku wergera wê tune. lê wê di nasnameya bernameyê de zimanê wê weke kurdî were nivîsandin. û dema hûn ketin malperekê, wê malper bêje qey zimanê we kurdî ye. bi vî awayî wê google û hemû malper û teknolojiyên mezin bizanin ku bikarhênerên kurd jî hene di înternetê de)



09.03.2016 22:23 | simurg56