Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatreşk] de;

1. navê organeke mirov e ku li aliyê çep, jor û hinekî pişta zikê mirov cî digire.

organek nazenîn e, loma di qeza û darbeyan de herî zêde birîndar dibe. ji ber ku nava wê tije xwîn e, di birîndarbûna wê de xwînîbûn gelek çêdibe û lewra piranî bi emeliyata splenektomîyê tê standin.



hinek fonksiyonên wê:

1- %30 trombosîtên di laşê mirov de, li vir tên parastin. (ji bo hişkbûna xwînê)

2- beşek ji lenfosîtan li vir tên hilberandin. (ji bo şerê li dijî enfeksiyonan)

3- depokirina xwînê (ev taybetî ne ewqas berbiçav e)

4- di dawiya emrê erîtrosîtan de, girtin û îmhakirina wan.

5- hê di dema bûna di zikê dayikê de, hilberandina erîtrosîtan (ev kar paşê dibe karê hestiyan)

6- fîltrekirina hinek mîkroban (bi taybetî bakretiyên ku xwedî kapsûl in)



ji ber ku fonksiyonên wê %100 ne zarûrî ne, bi emeliyatê were standin jî nabe sedema xetereya jiyanê. lê piştî standinê, divê li hember rîska van bakteriyên ku li jor behsa wan hate kirin, bi derziyan tedbîr werin standin.



13.02.2016 21:11 | simurg56