Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google adsense] de;

7. servîsa googleê ku êdî piştgirî nade zimanê kurdî û gelek zimanên din yên wek kurdî.
berî çend salan reklamên googleê li ser malpera turkcekurtcesozluk.comê hebûn. lê piştî rojanekirina navrûya malperê, min reklaman jî rakiribû.
wê rojê min xwest dîsa bi cî bikim lê haya min jê çêbû ku êdî google reklamê nade malperên bi zimanê kurdî. êdî tenê piştgirî dide nêzikî 40 zimanan û kurdî ne yek ji wan e. mixabin ev yek jî wê bendorek neyînî li ser malperên kurdî bike û motîvasyonê xera bike. xwedê te nehêle google.



16.01.2021 11:46 | simurg56

1. sîstema googleê ya reklaman e; https://www.google.com/adsense



li ser înternetê piraniya reklaman bi saya vê sîstemê pêk tê.

li gorî vê sîstemê şîrket, kes û saziyên ku dixwazin reklamê bidin, reklama xwe amade dikin û ji googleê re dişînin, û pereyê xwe didin googleê. ji googleê dikarin bixwazin ku reklama wan divê di malperên çawa de (ziman, cûre, welat) werin weşandin.

ji aliyê din ve gelek malperên ku dixwazin reklamê bistînin, dibin endamê vê sîtemê. google kodek dide van malperan û ev malper jî vê kodê li malpera xwe li cihên guncan bi cî dikin.

vêca piştî vê yekê, google reklamên guncan li malpera we otomatîk bi cî dike.

yanî google kesên ku dixwazin reklamê bidin û yên dixwazin bistînin, digihîne hev û ji bo vî karê komisyona xwe distîne.



vê sîstemê de ji bo ku google pere bide we, divê reklamên ku li malpera we hatine cîhkirin, divê werin tikandin. çiqas were tikandin, hûn ê ewqas pere bistînin. her tişt li gorî tikandinê ye.



lê ez vê yekê ji niha ve bêjim; ger hûn bixwe li van reklaman bitikînin, wê google %99 vê yekê bizane û we ji sîstemê afaroz bike. loma hema qet xwe neêşînin û bila google malpera we asteng neke.



dema hesabê we de bi qasê 100 dolar berhev bû, google perê we bi eft'yê ji we re dişîne.



li înternetê gelek sîstemên bi vî awayî hene lê google ji hemûyan belavtir e û ewletir e.



ger destê we de malpereke ku nîşandana wê rojê 2-3 hezar e, hebe; hûn dikarin bi saya vê sîstemê mehane bi qasê 50 tl fîlan qezenc bikin. tabî ev gelekî girêdayî qalîteya malpera we ye jî.



09.01.2014 21:30 | simurg56