Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kategoriyên tirşikê] de;

9. agahî: dema mirov çend katagoriyan hilbijêre ger peyamek weke "2 tane seçildi" derkeve, ev ne peyama tirşikê ye lê agahdarkirina geroka we ye. yanî geroka we bi çi zimanî be, hişyariyek bi wî zimanî derdikeve pêş we. di kodên tirşikê de tiştên bi tirkî tune.



05.09.2016 22:40 | simurg56

7. agahî: kategoriya "komîk" lê hat zêdekirin.



23.09.2015 23:44 | simurg56

5. ji bo ku sîstem ji bo mijarên kevin jî bixebite, divê hemû mijarên kevin jî werin kategorîzekirin.

ji bo vê yekê wê alîkariya herkesî pêwist be lê berî ku em dest bi kategorîzasyonê bikin divê kategoriyên ku em dixwazin hemû temam bin û bêkêmasî bin.



ji bo vê yekê ji kerema xwe re bila herkes kategoriyên ku tê bîra wan, bîne ziman.

weke mînak bila kategoriya jin hebe? an jî makyaj? ger/seyahat? komputergerî? û hwd.



19.05.2015 21:40 | simurg56

4. piştî sîstema amade bû jixwe wê li serûpela tirşikê lînkên kategoriyan werin bicîkirin.

min niha kategoriyên biwêj û gotinên pêşiyan jî çêkir.

yanî dema sîstem xebitî, em ê bikarin lîsteya hemû gotinên pêşiyan bi tikandinekê bibînin.



19.05.2015 21:20 | simurg56

2. agahî: pirsa "ev tiştek kurdewarî ye?" jî lê hat zêdekirin. êdî dema mirov bixwaze mijarek nû veke, dikare bersiva vê pirsê jî bide.



weke mînak ger mirov mijara "koma amed" veke divê mirov bersiva erê bide vê pirsê.

an jî mirov ji bo pirtûka mehmet uzun mijara "siya evînê" veke, dîsa divê wê îşaret bike.



bi vî awayî di pêşerojê de dema kesekî xwes "hunermendên kurd", "stranên kurdî", "pirtûkên kurdî" û hwd. tiştên kurdî bike lîste, wê ew lîste otomatîk derkeve.



19.05.2015 20:37 | simurg56

1. wê taybetiyek nû yê tirşikê be.

vêga dema mirov bixwaze mijarek nû veke, vebijêrkên kategoriyê jî derdikeve pêşberî mirov. mirov dikare herî zêde 3 kategorî hilbijêre.

aniha dema em mijarek nû vekin em ê kategoriyên wan jî binivîsin. paşê dema sîstem qediya wê mirov bikare li gorî kategoriyan mijaran ji hev cûda bike û hwd.

weke mînak min vê mijarê di kategoriya "tirşik"ê de vekir.



19.05.2015 19:46 | simurg56