Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xenîm] de;

5. bûye navê strana mirady. bi vê wesîleyê em hîn bûn ku wateyên din yên vê peyvê heye.
li jor min gotiye ku li cem me wateya wê "kes, şexs" e.

encamên ferhengê: Here lînkê
li gorî ferhenga tirkî kurdî: "çarpan" e yanî ew tişta ku bi mirov ve vedide. mîna şeytên.
di biwêja "xenîmî (yekî) bûn" de jî wek lêker tê bikaranîn.
her wiha ji bo "xenîmê xwe dîtin" jî "Azrailini görmek" hatiye gotin, yanî dîtina ezraîlê xwe. ango wateya xenîmê bûye ezraîl.

li gorî ferhenga kurmancî zazakî jî wateya wê "jehr" e.

dema em di pirtûkan de hevokên mînak digerin;

"Dûre têdigêhîje ku ev xenîmbûyîna aqil e, lê nizane ku ew ê bi çi awayî bikari be ji zîndanê bifilite"
[Ardû - Hesenê METÊ]
li vir heçko di wateya jehrê, jehrîbûnê de hatiye bikaranîn.

"Mêrik ji dûr ve weha carekê li cîrana xwe ya hinekî xweşik û navsere dinêre, dilekî wî dibêje xwe gunehkar meke, dilekî wî jî dibêje ev bîstanê ha ê rojekî xenîmî çavên te bibe û şeytan jê re dibêje biçe"
[Ardû - Hesenê METÊ]
li vir di wateya "lêxistina şeytên û hêzên wisa efsûnî" de hatiye bikaranîn.

li derekê disekine, bêyî ko layita di destê xwe de bilivîne an jî destê wî biricife, bêyî ko serê xwe li hêlekê bizivirîne, bi serbilindiya diyîna tiştekî nû dengekî li Bekoyê Garût dike û: -A ji te re, Beko!... dibêje, xenîmê çavên te be, ma ez hîn ji te re çi bikim!
[Labîrenta Cînan - Hesenê METÊ]
li vir di wateya "li te heram be (ji bo kesê nankor tê gotin)" de hatiye bikaranîn.


bi kurtî, mirady jî di stranê de bi wateya jehr an jî ezraîlê de bi kar aniye.

gotinên stranê;
"xema te xencera min
di xwîna xwe de hişk dibim
sîya te bûm wey li min
nizanim ez li ku mirim

kes nema tenê Xwedê ma
çend peyv man di qiriqa min de
xatirxwestinên te de man
hawara min diêşiya

serê xwe datînim li ber xencerê
ramûsanên min xenîmê te bin
bila bircên amedê bibêjin
çîroka me qîr û qetran e

-dubare-

yaaaaar!
em kavilên poşmaniyê ne."

stran bixwe:



02.12.2018 21:30 ~21:33 | simurg56

1. [kul û derdê mîr bû]



li cem me ji bo "kes, mirov" tê bikaranîn. lê piranî dema rexne li yekî were kirin, tê bikaranîn.

weke mîna:



- te got îbrahîm? îbrahîm ew xenîm e ku nizane heta dehan bêjmêre. ma ew ê bibe bazirgan?



15.05.2015 21:23 | simurg56