Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yılmaz güney] de;

39. Hunermendê ku di vê peyamê de bi Ahmet Kaya re hatîye pîvan û loma ji alîyê min ve jî wilo hatiye kirin: yılmaz güney/122985

Berevajî Îsmaîl Beşîkçî ji ber fikrên xwe yên bo Kurdan di girtîgehê de nemaye û berdêl nedaye. Loma tu eleqeya wan tune.
Li gorî tirşikvanan, di gazînoyan ji ber sedemêm şexsî, kuştina dozgeran jî bo avakirina Kurdistanê bû.

Û her wiha ev îdîa jî hêjayî nirxandinê ye ku bi alîkarîya Ahmet Kaya tê li ber pişaftina Kurdan fireh kiriye.

Seîdê Nursî jî alîgirê mafên Kurdan bû. Lê ji bo vê tiştek berbiçav nekir. Çimkî ji bo wî ya girîng dînê wî bû. Loma em ji wî re jî nabêjim xizmetkarê gelê kurd bû an jî lehengî gelê kurd bû fîlan.

Welhasil ji bo sînemaya Tirkan baş xebitîye.



11.05.2020 13:44 ~13:44 | simurg56

35. wek derhêner û çepgirek, şoreşger e lê ne aîdê çanda kurdan e.
eger tu çepgirek wê demê bî, jixwe wê hinek sempatîya te ji bo gelê kurd jî hebe. him ji ber heqîyê him jî ji bo piştgirî ji wan bistînî. di destê me de kîjan delîl heye ku, wextê yilmaz li tirkiyê be, xususî ji bo gelê xwe tiştek kiriye?
tim û tim heman tişt tên dubarekirin. wêrek bû, şoreşger bû, comerd bû û hwd. em behsa şexsîyeta wî nakin jixwe, kurteya fikra min ev e: ew jî wek ahmet kaya û yaşar kemal malê çand, ziman û sîyaseta tirkiyê ye.

her çiqas şexsîyeta wî mesele be jî, yên wek şivan perver in, zarok û malê vî miletî.
ez bextewar im ku ji nav kurdan yên wek guney, kaya û kemal derketine. lê di heman demê de li wan dinêrim, diqehirim.
çimkî mesela kurdî tenê û tenê ziman e. tenê ziman e ku me ji neyarên me cûda dike.
hunermendê ku xizmeta zimanê xwe neke, wek leşkerek e ku xizmeta dijminê xwe dike.

jixwe ji bilî meseleya hunerê jî, hê tu delîl nehat nîşandan ku ji bo gelê xwe tiştek kiriye. belkî fikrên wî hebin û ewqas. weke din, bi hêz û hunera xwe, xizmeta îdeolojîya xwe kiriye.

yaşar kemal jî mirovek baş bû, di eslê xwe de fikrên wî jî baş bûn bo kurdan lê dema em li kirinan dinêrin, mixabin tiştek nabînin. di warê hunerê de, ew jî leşkerê dijmin bû.

ger em werin meseleya ahmet kaya. armanca min ne ew e ku yekê rexne bikim, lê pesna yê din bidim. lê heke hinan wan dabin ber hev, wê demê divê em heqê wî teslîm bikin ku hê dema di rewşek xweş û bêproblem de bû, li zimanê xwe xwedî derket û berdêla xwe da.
berevajî yilmaz guney, ji bo fikrên xwe yên kurdîtîyê berdêl da, hem jî berdêlek mezin. ger em behsa nivîs, gotin û fikran bikin jî, strana wî ya gururla bakiyorum dunyaya bêyî metaforan, rexneyek mezin e li qedexeya zimanê kurdî. û jixwe stranek kurdî jî gotiye. belkî tişt nehatina serê wî, wê ji bo zimanê xwe tiştên dîtir jî bikira. lê eger yilmaz guney li tirkiyê bima, îhtîmalek mezin wê dîsa bi tirkî fîlmên çepgir bikişand.

dema ez karakteran bidim alî bi zelalê dikarim bêjim ku ciwan hacoyek an jî şivan perwerek nadim 100 yılmaz guney û ahmet kayayan. û dîsa dikarim bêjim ku ahmet kaya ji yilmaz guney bêtir "tişt kirine" ji bo gelê xwe.


edit: dixwazim vê jî bêjim, grup yorum jî, di derbarê kurdan de îhtîmalek mezin wek yilmaz guney difikirin. lê ev wan jî nake lehengên me. dike sempatîzan, rêheval, şîrik û hwd.



11.05.2020 12:36 ~12:49 | simurg56

32. piştî ji tirkiyê revîyayî, wê axaftina xwe ya navdar kiriye û xebata enstîtûyê jî dîsa wê salê ye. jixwe heman salê jî miriye. yanî heta dawîya emrê xwe, di destê me de tu nîşane tune ku ji bo gelê xwe xebitîye.
em dizanin ku ji bo çepigirîyê, wêrek bûye û ji ber vê ketîye girtîgehê jî.
em dizanin ku ji bo sînemaya tirkî gelek xebitîye û îspata wê, fîlmên wî ne.
lê dema em werin meseleya kurdî, encax piştî revîna ji tirkiyê, axaftina wî û enstîtû heye di destê me de ku îhtîmalek mezin piştî çûna ewropayê, evqas tûj bûye. hûn ê bêjin, ma wê demê kurdîtî hebû? belê belkî ne wek niha bû. ev ne sûcê yilmaz guney e. lê ji ber vê yekê jî hewce nake ku em payeya egîtîyê bidin wî.

lê berevajî wî, ahmet kaya hê li tirkiyê û dema di lûtkeya karîyera xwe de bû, gotinên xwe texsîr nekir û wek berdêl jî jîyana xwe û karîyera xwe wenda kir. em wilo lê binêrin, ahmet kaya gelek gelek jê kurdtir e û sekna wî ya bo kurdîtîyê, aşkere ye.
piştî ku çû ewropayê, ew jî tûj bû û li ser ocalan stranan got.

ez hê jî wilo difikirim. yilmaz guney çepgir bû, wêrek bû, ji ber çepgirîya xwe serê wî ket belayê ne ji bo kurdîtîyê. ji bo çepgîrîyê fîlman kişand ne ji bo kurdîtîyê. ji ber sûcek şexsî revîya ewropayê, ne ji ber kurdîtîyê. yilmaz guney ji ber kurdîtîyê kîjan berdêlî daye?
encax piştî çûyî xerîbîyê, kurdîtîya wî geş bûye û xebata enstîtûyê û wê vîdyoyê wek fêkî, daye.

em werin meseleya mazlum dogan; ew mesele ne aşkere ye. heye ku ne ew be jî. eger ew be jî li gorî îdîayan him tê gotin ku yilmaz guney alîkarîya wî kiriye ku here dep'ê, him jî tê gotin ku mazlum dogan tirsîya ji ber ku ketîye kamerayê. ji binî ve nakokî ye. eger ew tirsa wî rast be, nexwe bi tesadûfî li wir bûye.

belê divê herkes li gorî şertên serdema xwe were nirxandin. jixwe ez jî wisa dikim û loma wî tawanbar nakim. ez şûna wî bûma, belkî min ewqas jî nekira. lê ev nayê wê wateyê ku em ê wî belasebep bikin lehengê gelekî.
guney çepgirek berxwedêr e ku ji ber meseleyek şexsî serê xwe kiriye belayê û di dawîya emrê xwe de, kurdbûna xwe anîye bîra xwe.

çepgirên kurd îro jî wisa ne. meseleya kurdî wek parçeyek ji doza çepgirîyê dibînin û tu girîngîyê nadinê. eger kapîtalîzm were têkbirin û biratîya gelan were lidarxistin, jixwe ev mesele jî wê were safîkirin. loma ne hewce ye mirov mûstaqîlen li ser vê meseleyê bisekine. qey yilmaz guney jî wisa difikiriya.



11.05.2020 03:32 ~03:31 | simurg56

27. li sêwregê, bi taybetî li xwaringehên li ser rîya riha-amedê, di gelek dikanan de posterên wî hene. yek jê li sûkê yek jî li parka fidanlikê, du peykerên wî hene.
bi peyama jor, min dît ku di derbarê wî de agahîyên min hinekî kêm in. min çend axaftinên wî yên li ser meseleya kurdan dîtine ya rastî. karê enstîtûya parîsê, bêguman xizmetek e ji bo gelê kurd.
/15284



10.05.2020 23:40 | simurg56

25. derhênerek serkeftî ye. wisa tê gotin. min fîlmên wî yên sereke temaşe nekirine, loma ez ê niha ji wî alî ve nenirxînim lê belê ne lehengekî kurdan e. ew jî, ahmet kaya jî heta yaşar kemal jî. hemû jî ji hev serkeftîtir in. lê belê xizmeta gelê xwe nekirine. bi taybetî yaşar kemal, kiriye ku ferqa di navbera tirkî û kurdî de, bihustek din jî mezin bibe.

dema navê yek ji wan dibînim, serpêhatîyek min tê bîra min. dema ciwan bûm li mala me li odeya me ya rûniştinê, li ser dîwarên me wêneyên wî û ahmet kaya hebûn. carek nizanim me wê wêneya çi li dîwêr ve bikira, bavê min got eger çarçove tune be, em dikarin ya yilmaz guney rakin û wê çarçoveyê bi kar bînin.
ez hêrs bûm, min got çawa yaw? bila ew bimîne, em yeke din bikirin.
bavê min -ku bellî bû ku ev fikr ji zû de ye li cem wî peyda bûbû- got; ma qey jixwe çima wêneyên wî û ahmet kaya li dîwarên me hilawêstî ne, ma ji bo kurdan çi kirine. mêrik ji xwe re fîlma kişandiye, nav xweşîyê de jîyaye, çûye dozgerek kuştîye û ji ber revîyaye ewropayê. vêca me çi jê ye?

ez hîç wisa nefikirîbûm. heqqet rast digot. hevalên min yên taxê ku bavê wan tirşikçî bûn, mahsûn û îbo ji xwe re kiribûn îdol, em ê ku zarokên welatparêzan bûn jî, me yên wek ahmet kaya û yilmaz gûney ji xwe re kiribûn îdol. di rastîyê de zêde zêde ferqa wan jî tune bû.
yilmaz guney nebûye kujer, belkî niha di nav chp an jî partîyek din yên çepgiran de bû.
ahmet kaya nehatiba lînçkirin, belkî wê evqas tûj nebûya.

ji alîyê hunerê ve, xeberek min tune ji wan re. lê ji wê rojê ve ye, ne lehengên min in. her çiqas hê jî berhemên wan bi kar bînim jî.



10.05.2020 23:15 ~23:15 | simurg56