Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aramî û bêdengiya li ser tirşikê] de;

27. (bnr: neçariya hînbûyî)



11.01.2017 17:54 | simurg56

5. tiştek normal e ji ber ku vê gavê kurdistana bakur parçeya herî bêaramî ye.

her roj ewqas tişt diqewimin û tu kes ewqas ji tu tiştî fêhm nake ku kes naxwaze û nikare li ser bûyeran şîroveyan bike. aniha hûn ji min bipirsin ez nizanim bê ka li kîjan navçeyên kurdistanê qedexeya derketina derve heye, nizanim îro çend sîvîl hatin kuştin, çend çekdarên pkkê mirin û hwd. êdî em nikarin bişopînin. û bûyer jî ne zelal in.



berê ugur kaymazek dihat kuştin û me ji bîr nedikir. me bi salan şîna wî digirt. êdî her roj zarok dimirin, qene em nizanin çend salî bû û navê wî çi bû. an jî gelo bi guleya kê hat kuştin...



di pêvajoyek wisa de, mirov nikare li ser tiştên din jî tiştek binivîse.

welhasil ewrên reş in li ser kurdistanê û mejiyên kurdistaniyan.



02.12.2015 20:29 | simurg56