Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîzza] de;

9. xwarinek bûha ye li tirkiyê. di rastîyê de malîyeta wê ne zêde ye lê nizanim çima, li tirkiyê wek ku tişekî gelek taybet be, bi bûhayên mezin tê firotin.
wextê em xwendevan bûn, car caran me sîparîşa ya domînosê dida, wê demê li ber dilê me zêde zêde xweş bû lê niha wê tamê nastînim. îhtîmalek mezin qalîteya wan kêm kiriye loma. te dît ji ber rewşa abotî ya tirkiyê.
ev demek e dîya zarokan, ji wan re bixwe pîzza çêdike. li gorî keyfa zarokan, penîr, zeytûn, qelî, sicûq, libên garisan û hwd. bi rastî jî ji yên derve gelek xweştir çêdibe. heta gelek caran hevîrê wê jş ji firinê distîne, bi vî awayî gelek rihet jî dibe.



17.05.2021 06:59 | simurg56

1. xwarineke navdarbûyî yê îtalyanan e. ji hevîr û gelek cûre tiştên li ser wê, pêk tê.

cara ewil di rojên şer de hatiye, dîtin û çêkirin.

xwarinên din yên ku tê gotin ji ber bêderfetiyê hatine dîtin: ecûn, aşûre...



16.03.2015 22:06 | simurg56