Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [facebook] de;

44. platforma ku êdî dilê min jê diqeqile. carina rastî lînkên wê têm, dixwazim li vîdyoyek temaşe bikim lê piştî 30 saniyeyan fîlan facebook dibêje ji bo berdewama temaşekirina vîdyoyê an jî xwendina nivîsê, divê ez têkevim an jî bibim endam.

dema vê dibînim, dîn dibim têketinê jî nakim û rûpelê digirim.

facebook li kîjan malpereke xizmetek nû derkeve û bibe populer, zûzûka wê taybetiyê li xwe zêde dike da ku ew malper nebe reqîb. (taybetiya chatê, axaftin bi dîmen, hashtag, weşana zindî ya vîdyoyê û hwd. hemû ji malperên din hatin dîzin)



12.07.2016 18:20 | simurg56

19. malpera ku hê nehatibû tirkiyê min li ser yahoo fîlan bihîstibû û bûbûm endam, wê demê tê de tu kesê nas tune bû jixwe loma êdî neketimê.

piştî ku bû populer dîsa têketim lê nikarim tê de bisekinim loma du sê mehan carekê encax ji bo 10 deqeyan dikevimê.. ew jî ji ber mecbûriyetê...



ji ber ku vêga hema bêje qet wextê min ê vala tune, nikarim weke hevalê xwe bigerim û her roj wêneyan li deverinan bikişînim û parve bikim. loma dema bikevime facebookê, moralê min xera dibe *



ji aliyê din ve, dema dikevim facebookê û parvekirinên hinek kesan yên siyasî dibînim, nikarim xwe bigirim û bersivên tûj didim û nikarim xwe ji dijûnan dûr bixim. ji ber ev jî sedema din ya major e ku nahêle bikevim facebookê.



hê gelek sedem hene lê ji bo min ev her du bes û zêde ne jî.



05.12.2013 20:02 | simurg56

11. malpera ku hêdî hêdî dibe dijminê kurdan.

bdp amadekariya îtîraz, doz lê vekirin û protestoya facebookê ye.

ez bawer im ger bdp bi rastî jî van gotinên xwe pêk bîne, yanî weke fermî serî li dezgehên fermî bide, wê encam were standin. ha, ma gelekî girîng e? na. ez bi xwe ji bandora facebookê ya ser siyasetê bawer nakim.

http://www.ajansafirat.net/news/guncel/bdp-den-facebook-a-karsi-uluslararasi-kampanya.htm

http://www.radikal.com.tr/turkiye/bdp_facebooka_savas_aciyor-1148406



30.08.2013 12:25 | simurg56

8. derbarên girtina hesabêbn kurdî de hevpeyvînek bi facebookê re hatiye çêkirin. û sebavan kirina xwe parastine;

http://www.radikal.com.tr/yazarlar/ezgi_basaran/pkkya_ait_her_sey_kapatma_nedenidir-1148259



bijî twitter bimre facebook.



29.08.2013 11:46 | simurg56

7. hesabên ku heta niha ji aliyê facebookê ve hatine girtin:



altan tan: 201 hezar taqîpker

Ötekilerin postası: 138 hezar taqîpker

bdp: 181 hezar taqîpker

ahmet türk: 120 hezar taqîpker

hasip kaplan: 49 hezar taqîpker

ayla akat: 51 hezar taqîpker

sırrı süreyya Önder: 387 hezar taqîpker

osman baydemir: 387 hezar taqîpker



14.08.2013 22:56 | simurg56

4. facebooka bi temamî kurdî, yanî kurdan bixwe çêkirî jî heye: http://www.ezuem.com



01.07.2013 10:26 | simurg56

1. malperke social webê ku ji her welatî mirov tê de hevalên xwe diyar dike û bi wan re vîdyo, wêne, nivîs, stran û hwd. parve dike, şîrove dike, diecibîne (bnr: begem kirin) (bnr: like), naecibîne vs.



31.05.2013 04:23 | simurg56