Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [breaking bad] de;

30. rêzefîlma ku karakterên resen derxistibû holê. jixwe ji ber vê yekê ye ku piştî xelas bû, rêzefîlmek li ser karakterê saul hat kişandin: better call saul û niha jî fîlmek li ser jesse pinkman hat kişandin: (bnr: el camino: a breaking bad movie). min li rêzefîlma saul temaşe nekir, loma nikarim şîrove bikim lê fîlma Jesse meraq dikim.



05.01.2020 13:53 ~14:02 | simurg56

16. di playlîsta min de hinek guhertinan jî çêkiriye;

Knife Party - 'bonfire'

alex ebert - 'truth'



10.02.2014 20:40 | simurg56

15. rêzefîlma ku min texmîne nedikir jî jê hez kirin.

ev rêzefîlm van rojan populertir bû û êdî ji aliyê gelek mirovên cûda ve tê hezkirin û temaşekirin.

mirovên ku mi digot qey ger temaşe bikin, wê bêhna wan jê teng bibe...



29.01.2014 21:33 | simurg56

13. bi fînalek wisa xelas bû ku heta niha min fînalên gelek kêm rêzefîlman de evqas zewq standiye. weke piştî hemû rêzefîlmên hêja, dîsa morala min ji ber xelasbûna rêzefîlmê xera bû. fînal çiqas xweş be bila bibe, dîsa jî mirov xemgîn dibe.

ev rêzefîlmê di nav rêzefîlmên ku min temaşe kiriye de yek ji yên herî baş bû.

ji bo yên din: battlestar galactica, spartacus, lost(fînal ne lê) û hwd.



--- spoiler---



min 3-4 beşên dawîn ser hev temaşe kir. di van 3-4 beşan de rêzefîlm ewqas vir û wir de guherî ku serê min gêj bû. ew rêzefîlma ku kariye li ser mêşekê beşek bikişîne hat wî astî ku hemû karakterên ku ev bi salan in binê wan psîkolojiya wan dihata neqşkirin, yek bi yek hilweşiyan, biryarên dramatîk standin û mirin û kuştin.

her çiqas walter dawiyê de ji jina xwe re gotibe ku "erê min van hemûyan ji bo xwe kir. hingî di karê xwe de baş bûm, ev îş bi min xweş hat û hwd.." lê dîsa jî eslê xwe de rastî jî hemû tiştî ji bo malbata xwe kiribû. vê sahneyê de tenê tiştên ku skylerê dixwest bibihîse, got. lê bi van gotinên îronîk jixwe skyler jî bawer nekir û vê carê skylerê bixwe jî hîs kir ku çiqas rast bin an jî ne rast bin jî hemû kirin û sûcên walter ji bo malabata xwe bû. walterê ku jesse'yê xayîn weke malbata xwe didît û loma dawiya dawîn wî ji mirinê xelas kir, walterê ku hemû sezonan da hûr bi hûr li ser hestiyariya wî ya ji bo malbata wî, hat sekinîn, çawa dikare di vê îtîraf!a xwe de samîmî be. helbet ev îronîyek bû.

jessê'yê sor û zer, sahneya fînalê de nekuştina walter, te xelas nake. ê ku bû sedem ku tu bikevî îşkenceyê û hezkiriya te bimire, ê ku bû sedema belavbûna malbata walter û mirina walter bixwe û hevalê wî hank, rasterast îxaneta te bû. ger ne wisa bûya, walter jixwe dest ji kar berdabû her tiştî plan kiribû. lê ji ber lawaziya kesayetiya te...



mirina toddû dêlika şîrika wî lydiajî gelek baş çêbû. todd hember ehmeqbûna xwe dîsa jî xwe gûyek dihesiband. mirina wî ya zindî-zindî baş çêbû. lê gêjê gêj, piştî artêş xelas dibe şûna ku bireve an jî mamê xwe fîlan kontrol bike, diçe ber pencerê û heyran heyran li plana walter dinêre. wekî tu ewqas heyranê walter î, çawa dikarî biwêrî ku dijî wî planan çêbikî gêjo? lydia jî piştî evqas bênamûsiyan mirinê ji zû ve heq kiribû. mirina wê jî gelekî xweş bû; hêdî hêdî û bizanistî û di nav bêçaretiyê de...



dawiya dawîn walter white an jî heisenberg, beşa dawîn de hawirdor gelekî baş paqij kir, heq neke jî jesse azad kir û ji malbata xwe re jî pere hişt. her wiha sahneya dawîn de walter bi zanistî dest avêt maskeyê û dest da amûrên li laboratuvarê ku jesse ji vî karî xelas bibe û were bawerkirin ku her tiştî dîsa walter kiriye. bi vî awayî qenciyek din li jesse kir. jixwe wê ji ber kanserê bimira, niha bi guleyek mir. jixwe ev mirin jî ji mirina ji ber kanserê û di nav tenêtiyê de, xweştir e. yanî eslê xwe de ev fînal fînalek baş bû.



--- spoiler---



xwezî min aniha bikariya hemû bîranên xwe yên der barê de ji bîr bikira û ji destpêkê ve dîsa temaşe bikira.



01.10.2013 16:51 | simurg56

10. min niha 3 beş ser hev temaşe kir û matmayî mam/şaşwaz bûm/mest bûm/aciz bûm/bihêrs bûm/xemgîn bûm lê bi tu awayî kêfxweş nebûm. sibe belkî berfirehtir jî binivîsim.

ez bawer im heftiya bê wê bûyerên xweştir biqewimin.



30.09.2013 23:09 | simurg56

8. min li beşên 5-11 û 5-12 nû temaşe kir.

weke berê dîsa ev beş jî tije sûrprîz in. mirov gelek caran vê rêzefîlmê de nikare senaryoyê texmîn bike.



---spoiler---



walter white; kuro welleh ev çend sezon in ku li hemberî herkesî te diparêzim û mafdar dibînim lê êdî ez jî ji manûplasyonên te kerixîm. bes derewan bike lo ma tu carekê jî rasterast rastiyê bibêjî, tuyê bimirî? wet nebe ji skyler û jesse re derewan nebêje, jixwe ew êdî zanin kîjan rast e kîjan ne.



skyler; tu hê jî dêlik î. eyn wisa dewam bike.



jesse pinkman; tevlîkirina te ya vî karê tekane çewtiya ku walter kiriye, ye. kuro wekî tu gûyek dixwî û tevlî vî karî dibî nexwe tu çima sedem/encamên vî karî napejirînî. ma te got karê tiryakê baxşê gula ye? xuya ye tu wê bibî bela serê walter, belkî jî bibî sedema dawiya wî. ger gava dawîn tu bi awayekê wî xelas nekî û xwe li wî nedî efûkirin, xwedê te jî nehêle.



hank schrader; zilamek rast û dûrist î. lê te dikariya carekê guh bidî walter û lê guhdar bikî. bi vî awayî tu jî weke herkesî yî.



marie schrader; kezîkurê vê rêzefîlmê de mirovê herî ne-normal û nexweş tu yî. tu çawa dikarî walter û kirinên wî darizînî? hema ji kerema xwe re ji ofîsa psîkîyatra xwe dernekeve bes e.



saul goodman; dema perê te were dayîn seyek ecêb kêrhatî yî. lê weke din bênamûsek yekta yî.



---spoiler---



oxweş! min dilê xwe hinekî hunik kir.



29.09.2013 21:39 | simurg56

5. rêzefîlma ku sezona dawîn dilîze û wê piştî 7 beşan xelas bibe.



16.08.2013 21:26 | simurg56

3. sezona nû destpêkiriye. eslê xwe de ne sezona nû ye, bi beşa 05/09 berdewam dike. beşa ewil de zêde atraksiyon tune lê bi giştî vê rêzefîlmê de piştî beşên wisa tiştên ecêb diqewimin. ji niha ve beşa 10mîn meraq dikim.



----spoiler----

vê beşê de hank bi rastiya walter dihese û êdî baş dizane ku walter eslê xwe de heisenberg e. lê dema vê yekê ji walter re dibêje, walterê ku êdî em zanin tam bûye psîkopat, gef li wî jî dixwe. xuya ye navbera wî û hank de wê şerek mezin biqewime.

----spoiler----



16.08.2013 16:59 | simurg56

1. rêzefîlmeke ku hê neqediyayî bûye efsane.

meha pêşiya me wê sezona nû û dawîn, sezona pêncemîn destpê bike.

rêzefîlm derbarê mamosteyeke kîmyayê ye ku hal û wextê wî ne xerab be jî piştî teşhîsa kansera asta dawîn de, digire, dikeve tengasiya aborî.

ji ber ku him mesrefên wî yên ji ber nexweşiya wî gelekî zêde ne him jî dixwaze ku piştî bimire ji zarokê xwe yê biçûk û yê mezin lê seqet re pêşerojek bihêle.

mixabin ev yek bi maeşa wî ya mamostetiyê ne pêkan e. li ser vê yekê masmoste walter white bi riya xendakarekî xwe jesse pinkman, tiryakê nas dike ku jê re methamphetamine an jî meth tê gotin û rastiyê de madeyeke kimyewî ye. weke tê aqlê we, çêkirina vê tiryakê tê aqlê walter jî û dest bi çêkirina met'ê dike. lê piştî dikeve nav vî karî cûr bi cûr sûcên din jî dikeve jiyana wî û êdî bixwaze jî nikare derkeve ji ber ku vî karî gelekî baş dike.



cihê vê rêzefîlmê cem min gelekî cuda ye. ji aliyê kişandina sahneyan gelekî orjînal e û temaşeya wê li mirov gelekî xweş tê. ji aliyê din mijara wê têra xwe balkêş û ne ji aqil dûr e. her wiha lîstikvaniya walter û jesse, dijberiya walter û jesse, hevaltiya walter û jesse, dijminiya walter û jesse, hevkariya walter û jesse rihê fîlmê diafirîne.



rêzefîlmê de sahneyên wisa hene ku mirov heçko yek ji karakterên fîlmê be dikeve heyecanê û ditirse, yanî aksîyona wê têra xer heye. lê ji aliyê din ve -ez wisa mînak bidim- beşek heye ku ew beş bi temamî ji sahneyek pêk tê ku vê sahneyê de walter dikeve li pey kuştina mêşekê. ev qas jî dikare biaram be yanî.



welhasil ji bo hezkerên rêzefîlmên biyanî, vê fîlmê pêşniyar dikim. lê aliyeke wê ya xerab ew e ku navberên gelekî dirêj didin sezonan: bi qasê 10 mehan!! lê jixwe sezona dawîn 11ê beha bê destpê dike loma hûn niha destpê bikin hûn ê weke mîn qet nemînin li benda destpêkirina sezonan.



24.07.2013 10:26 | simurg56