Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

43. kurê camêrek zanîngehê qezenc dike û diçe bajêr bo xwendinê. bavê wî jî hemû hebûna xwe ji bo xwendina wî xerc dike ku wî bide xwendin û pê serbilind bibe. lê reben nizane kurik çi jî dixwîne. kurê wî beşa felsefeyê dixwîne. piştî çar salan kurê wî tê. bavê wî gelek kêfxweş dibe ji ber ku dibêje qey wê piştî rojên tije zehmetî êdî wê rojên xweş werin.

lê kurê wî dibêje "bavo divê ez çend sal din jî bixwînim ku doktorayê bikim, yanî bibim doktor". bavê wî jî ji neçarî dibêje "de baş e kurê min".

dîsa sal derbas dibin û kurê wî êdî vedigere gund. ji bo xêrhatinê, mêvanên wan tên mala wan. mêvanek dibêje "kurê min tu doktor î, ev êşek wilo wisa ketiye pişta min. gelo tu derman nakî?". bavê kurkê kêfxweş dibe, ji xwe re dibêje "hah, binêrin kurê min wê çiqas kêr mirovên xwe were" lê lawik dibêje "xalo, ez ne doktorê vî qasî me, ez ne doktorê piştê me. loma qisûrê nenêre, nikarim bibim alîkar. ez doktorê mejî me." moralê bavê wî xerab dibe.

paşê hinek din mêvan tên, dîsa yek ji mêvanan ji kurkê dipirse "lawo, ec êşek wilo ketiye serê min ku ji ber wê ne dikarim razim ne dikarim bixebitim. gelo çi bikim?"

kurikê vê carê dibêje "kalo ez ne doktorê serî me. ez doktorê mejî me, mejî. ez ji van tiştan fêhm nakim"



piştî mêvan radibin, bavê wî bi acizî tê cem kurê xwe û dibêje "kuro ma nexwe tu yê çi nexweşiyan baş bikî ma tu ji çi nexweşiyan fêhm nakî?"

kurê wî; "bavo ez ne doktorê nexweşiyan im. ez yê felsefeyê me. binêre, weke mînak tu niha li ser sendeliyê rûdinî, sendelî jî li ser erdê ye. nexwe tu jî li ser erdê yî. aha, em serê xwe bi van tiştan diêşînî."

li ser vê ravekirina kurê wî, dinyaya zilamê reben tarî dibe û dibêje: "kurê min te firavînê mirişk xwar newsa? wê mirişkê jî li baxçeyê her tim gû dixwar. nexwe te jî gû xwar!"



25.04.2015 22:16 | simurg56

1. rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin.

piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 sal din jî bixwînim."

bavê wî jî neçar dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"



piştî ku 2 sal din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.



piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.



piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî? me ewqas salan mesrefê li te kir.

kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.



li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "kurê binêre, mirişka me gû wê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar. ma ev bû xwendina te?"



11.07.2013 00:01 | simurg56