Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bob marley] de;

3. (bnr: red red wine)

xwediyê xelata "xelata aştiyê" ya neteweyên yekbûyî ye ku di sala 1978an de ji bo alîkariyên wî yên ji bo kampanyaya pişgiriya afrîkayê, hatiye dayîn.

ji dînê rastafarîanîzmê ye. sedema şikla porê wî jî wisa ye û ji ber vê dîna xwe vejeteryan e.

jixwe ji ber vê dînê miriye. ji ber ku di lingê wî de kansera melanoma derketiye lê wî ji ber baweriya xwe ya dînî, nexwestiyê tiliya wî were jêkirin û loma jî nexweşiya wî nehatiye dermankirin û bi pêş ketiye û di 36 saliya xwe de miriye.

berî mirina xwe gotina wî ya dawîn ya ji kurê xwe re gotî jî ev e "pere nikare jiyanê bikire"



di fîlma i am legend de sahneyekê de behsa wî tê kirin û tê gotin ku di konsereke xwe de hinek mirovên "nebaş" êrîşek çekdarî lê kirine û wî birîndar kirine lê wî dîsa jî dev ji konserên xwe yên ji bo aştiyê bernedaye fîlan.. tam nayê bîra min.

lê ez bawer im ne rast e.



29.05.2014 19:49 | simurg56