Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendroma asperger] de;

2. (bnr: ben x)



28.12.2016 10:27 | simurg56

1. weke cûreyeke otîzmê dikare were dîtin.

ji aliyê pedîatrîstê bi navê hans asperger ve di sala 1944an de hatiye dîtin. navêx we jî ji vir standiye.



ev nexweş weke gelek nexweşên din yên psîkîyatrîk, di têkiliyên sosyal de ne serkeftî ne.



lê ya ku vê nexweşiyê li min nade jibîrkirin ew e ku, ev nexweş piranî bala xwe didin mijarek gelek spesîfîk û di wê mijarê de gelek zana û serkeftî ne. û dîsa ev nexweş piranî tenê bi mezinan re hevaltiyê dikin û hinekî pozbilind in.

di staja psîkîyatriyê de, xoce ji me re bîranîneke xwe gotibû. li gorî serbihuriya wî, wexta ku hê asîstan e, dosyeya nexweşek bi sendroma asperger amade kiriye ku li hemberî konseya xoceyan pêşkêş bike. wisa jî dike.

di pêşkêşiya xwe de dibêje "nexweşa me bala xwe daye mijara dîroka fransayê..."

çawa ku wisa dibêje keçika nexweş ya ku 6-7 salî ye, dibêje "ne dîroka fransayê ehmeq, tenê dîroka şoreşa fransayê bala min dikişîne"



28.05.2014 21:55 | simurg56