Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fikirîna li ser wateya jiyanê] de;

3. Dema kû bersivê nebîne dibe Derd û barekî giran, Birîneke kûr, Êzabekî mezin.
Jiyaneke wisa watedar û xemilandî ji bo ciye?
Hebûn û nebûn çiye?
Jiyan çiye, heyat çiye?
Ferqa heyata mirov û heywanekî bêaqil çiye?
Mirov çima dijî, çima dimire?
Dad çiye, adalet çiye? Her tișt li gorî șert û mercan dimeșî. Tiștek nîne ku ji sînorên xwe bibihûre, demek șert û merc û adalet hene. Heke adalet habe piștî vê dinyaya rengîn çawa mirin çêdibe? Feqîr û belengaz bi mezlûmiya xwe, zalim û sûcdar jî bi zilmîtiya xwe diçin, dimirin. Naxwe ji bo adaletê jiyaneke dî divê. Divê axîret hebe. û helbet ji bo axîretê divê yekî adîl hebe ku karibe mirov û dinya û axîretê tevlî hemû tiștên di wan de biafirîne. Yanî divê xwida hebe. û bêguman xwida heye jî.

Elhamdülillah, bi vê baweriyê bêhna min fireh dibe û ji wê tarîtiya tunebûne xilas dibim.
Di îmanêde xisar nîne.



15.01.2017 01:51 ~01:57 | gumgumok