Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdîkirina google translate] de;

24. (bnr: crowdsource)



17.05.2018 15:43 | gumgumok

23. Îda derbasî asteke dî bûye. Heta niha tenê beşa "wergerîn"'ê hebû. Lê beşa "sererastkirin"'ê nebû. Îda ev beş jî vebû. Sed carî ser xêrê be îşellah.

Google, hêdî hêdî xwe kurdî dike. "Hadî be şampiyon"...



01.04.2018 13:51 ~13:53 | gumgumok

22. Karekî girîng e û divê newê jibîrkirin.



24.03.2018 01:58 ~01:58 | gumgumok

19. Projeyeke pîroz e û çend pirsên min hene.

Gelo dema di wergerê de cînav ne mecbûrî be jî, bikarbîna cînav baș e, an jî nebikarbîn?

Mînak,
i am walking. = ez dimeșim an jî dimeșim.

Kîjan werger baștir e tirșikvanên hêja?

Pirsa dî jî, pirjimarî divê çawa be. Di kurdî de pirjimarî carinan ji wateyê tê fêhmkirin an jî carinan nayê bikaranîn.
Mînak
Apples = sêv ( ku ne di nav hevokê de bê jî hewceya ku em bêjin, "sêvan"?) li min xerîb tê *
Apple = sêv



21.11.2016 15:22 | gumgumok

16.

translate

Translate words and phrases into your language





match

Match a word to its translation





rate

Rate the quality of translations





validate

Check the quality of many translations







Ji bo wergerîna googleê ev her çar beş hene. Ji bo kurdî tenê translate dişixulê.



Gelo li cem tirşikvanan jî wisa ye? Ji bilî translateê ve bişkok dişixulin?



31.03.2016 12:55 ~13:03 | gumgumok

15. Xebateke pîroz e. Divê em tevde pêk bînin.

Ez ji nûvre pê bihîstim. Îda ez jî dest pêkim înşallah.



22.03.2016 07:28 | gumgumok