Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêvî] de;

16. Zadê mirovên mezin û xîretkêş e.

Ling û hêza xîretê ye.

Xeyal û raman di nav axa hêvîyê de aj didin, şîn dibin, gewr û geş dibin.

Însanê ku hêvîya xwe winda dike, ida tistekî wî nemaye ku winda bike.

Mifta xezîneyên pêşerojê ye.

Ava gulîlkên gulîstanê ye.

Ji çavên korr re ronî, ji guhê kerr re dengikî efsûnî ye.

Ji berxikê re , şîrê singê ye.

Dermanê brînê, hibra li ser kaxezê ye.



xwidê me bêhêvî neberdê



10.05.2016 10:50 | gumgumok