Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin] de;

6. Hinek ferq di nav devokê min û zimanê nivîskî de heye. J'bo devokê mi nêzîkî devokê cizîrê ye, zimanê nivîskî li min zehf xerîb nayê. Rast e ez karim bi zimanê nivîskî jî binivîsim lê zimanê devokî li min xweştir û siviktir tê. Û ji aliyekî dî ve piştî pêncih salî zimanê devokî wê winda bê û ti kes namênê go vî devokî bişitexilê. J'bo vê yekê ev devokê me zehf bi qîmet e. Divê bi rêya tirşikê û tevlî hemû kêmasiyên xwe werê qeydkirin.

Lê ez karim bi dilekî rihet bêjim, zimanê devokî çêtir xwezayî û herikbar e. Gelek caran peyv têne giroverkirin
Mînak :

Mi : min
E : ez
Karim : dikarim
Zanim : dizanim



13.01.2018 01:43 | gumgumok