Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund] de;

9. yek jiwan jî ev ; mala apê min zeveşa danîbûn tabî ne ji xwera jiminre * dora wî wekî seta çînê dorê bi dirî û sênc.. hevalên min jî ez pêşkêşê wanim ew newêrin û çiqas diçûn dihatin qefaltin yê min dema yek di minda derketa min ne digot dirî nedigot têl.. min hingî li fîlmên jackie chan û cüneyt arkın temaşe kiribû min dora metre û nîv dikaribû xwe bilind bikim geh xwe dı ser sêncade geh di binîde direviyam xweyê zeveşa li nav erdê bûya min nedidît.. lê çûvû gohê wan zeveşên wan ez diçim di çinim.. rojek kurê apê minî heram (û birayê min î heram min û xwuşka wî bihevra şîr xwariye) min qefalt hevalekî wî pêra bû wî bi min girt birayê min yê heram kêrikeka min ya jêre dibêjin kelebek bizorê jimin sitend û li ber çavê min bi kevira ketiyê kire wekî birek * û min jî dê û xwuşkê wan kire perekî û min got bira we di kefa lepê xwe gave ev ji wera bimîne.. kêrika minî birek dan min ez digrîm û çavsor bûme difikirim dibêjim ez çibikim ez çûm embara mala wî kesê bi min girtibû min çavê xwe digerand daku xesarekî bikim min dî wa werdeka wan li wire min kêrê da sitya nebirî min bi desta kaşkir ne qetiya werhasil min wê bir û çûm gazî hevalakir me wê tena pirçê xwar.. * û ez cardin çûm nava bostan lê vê carê ne jibû xwarina zeveşa ez çûm min lemikên wan ji hil qetan da ber tavê başe amojina min min dît nehişte ez lemên wan rakim.., an min wan jî di bir ber talanê * niha kesê min dibînin dibêjin ew tubûy niha bûyî ker/dijberîya xwe a berê(bêdeng, feqîr..) helbet ez jî ji xwe dipirsim ew ez bûm? belê ez bûm zarok bûm *



24.04.2016 00:56 | shorbevan

6. yek jî ev behsa zeveş û cewrik bû. her hebek deh mesele li ser wan hene * kurê apê min cewrikekî hanî bû pir xweşik bû ez diçûm balê min jê hez dikir.. rojek kurê apê min 5-6 sal ji min mestire got meriv gohê cewrika jê dike dijwar dibin filan û bêvan jiminre got ezê poşet û cilêt kî jitere weynim gohê cevrikê jêke bira bi teve jî jiminra jî bazarek xweş hat, min qebûl kir min gohê wî jêkir ew roj. dengê wî cewrikî di erşê xwedada derket.. niha ûjdanê. xwe dikşînim ezabê werhasil ezê xwe efû nekim.. bira di nava mede bimîne heywan sever pê nehisin



24.04.2016 00:17 | shorbevan

5. yekî ji wan ev: rojek zeveş firoş hat gundê me zeveşê xwe têra xwe firot.. dema ku here ez û sê heb hevala em çûn dervayê gund li ser riya wî me xwe veşart me got bira were emê wî li talanê bixin sedema ku em çûn pêşîyê me xwe veşart dema ji nav gund derdiket ne dihiştin kes pey erebeya wan bike be werhasil ji gund derketin hatin haya wan ji bavê felekê tune ez ketim zikê romorqê û zeveş li ser zeveş ji erebeyê diavêjim erdê welleh navê xwedêye hebûn bist heb zeveş min avêt erdê tev şikiyan.. mêrik di eynêde min dît min xwe avêt û reviyam min riya nava daristanê kire gavekî ez wekî çivîk bûm ka mêrik min di qefêle edî werhasil mêrik zeveşên pelaştî li ser rê hişt û çû em jî di pey wîda li zeveşa fetilîn.. niha tê bîramin heyfa min li hewqas zeveştê(: ka bibêjin kafir kurê kafira tuyê hewqas zeveş bixwî tu tevî diavêjî *



24.04.2016 00:02 | shorbevan

3. bîranînên ku herî xwedê min daye hetanî niha dema difikirim tev wekî fîlm di pêş çavê minde wekî dîlana delîlo digrin derbas dibin diçin tên.., di zaroktiya xwede min tiştê nekiribe û nêyên bîra min tunene tiştên di peyama jorde hatiye gotin dibê qey tiştê min kiriye nivîsandiye lê tiştê ku min kir û tên bîra min ev ne tiştin li berê. xesarok, belakur, çêrok .. *



23.04.2016 23:17 | shorbevan