Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ednan kerîm] de;

2. straneka wî wekî dengê wî bedew hate kişfkirin berî herkesî ferhenga şikestî bira jê nemîne û ger pêkanbe di destade hebe gotinên wê jî xendekî binivîsîya ewê pir qenc bibûya.., sitrana wî bi navê çavên maxmûr neyê fehmkirin jî meriv li gorî xwe dikare bi wate bike.. * gelek hêjaye livir dikare were gohdarîkirin:







21.01.2016 20:56 ~20:57 | shorbevan

1. hunermendê ku vê strana ku helbesta melayê cizîrîye pir xweş stirye edî hewqas xweş tê strandin jê nemînin. videoya wî:









gotinên wê di vê helbestêda li tevlîheve lê heye:





Melayê Cizîrî - Vê Firqetê Ebter Kirîn

Vê firqetê ebter kirîn

Feryad ji destê firqetê

Jar û de'îf û zer kirîn

Feryad ji destê firqetê



Pir zer kirîn wek zêr-i mam

çehvên di lutfê pîr-i mam

Daim li rê çavnêr-i mam

Feryad ji destê firqetê



çavnêrê reftara te bûm

Muştaqê gulzara te bûm

Lew dûr ji dîdara te bûm

Feryad ji destê firqetê



Dûr bûm ji wê reft û çunê

Wan 'işweyan guft û kenê

Nayê bi çehvan min dinê

Feryad ji destê firqetê



Dinya bi min mij bû û xemam

Xew jî li çehvanê min heram

'Umrek bi vî halê he mam

Feryad ji destê firqetê



Sa'et li min têk sal-i bûn

Daim li ser dest fal-i bûn

Herfên dihatin dal-i bûn

Feryad ji destê firqetê



îro tinê derhat elîf

Me'ne diçû bejna şerîf

Ya xare lê kemxe û qedîf

Feryad ji destê firqetê



Vê firqetê pir dil şewand

Cerhên qedîm dîsa kewand

şîşên di sor tê da tewand

Feryad ji destê firqetê



Daxên me dîsa reş kirin

Yek yek ji nû ateş kirin

Lê zêde penc û şeş kirin

Feryad ji destê firqetê



Sewda û sews û gêj kirim

Pir her di dil xwînrêj kirim

çendan we bûm lê hêj kirim

Feryad ji destê firqetê



Bi l-lah ji nale w zariyan

Gezmên di wan xummariyan

Xew nakirîn şevtariyan

Feryad ji destê firqetê



şev bû dinê çeşmê me da

hetta beşîr mizgînî da

Dê bê seher şahê geda

Feryad ji destê firqetê



Mizgîn ko da min ev qeder

Rûhê şirîn min hate ser

Xeylek li min ron bûn beşer

Feryad ji destê firqetê



Ron bû bi dîdara te dil

Bû xerqê enwarê te dil

Naret ji ferwarê te dil

Feryad ji destê firqetê



Minnet me dildarê xwe dî

Dîsa ji nû yarê xwe dî

Sultan û xundkarê xwe dî

Feryad ji destê firqetê



Reşkagulê sinbil çevîn

Minnet me dîsa xem revîn

Nû bûn li dil hubb û evîn

Feryad ji destê firqetê



Derdê xedar bêm firqet e

Firqet ji can pir zehmet e

Ya sehl ko 'aşiq rih dite

Feryad ji destê firqetê



Narê firaq û sohtinê

Êşa xedengê nuhtinê

Pirs kin ji 'uşşaqan tinê

Feryad ji destê firqetê



'Aşiq ew in her dimirin

çend yek di remzên dilber in

Keybir li dil min bihtir in

Feryad ji destê firqetê



Ya reb bi dîdara xwe kî

Min waşilê yarê xwe kî

Bes şohtiyê narê xwe kî

Feryad ji destê firqetê



Me j’ dostê satek dûr nekî

Perkende û mehcûr nekî

Dîsa ji nû dil hûr nekî

Feryad ji destê firqetê



Xaka riya dilber Mela

Bikşîn di çehvan wek cila

Dîdarê qismet bû hela

Feryad ji destê firqetê







çavkanî:

--ji asoya helbesta kurdî--

Here lînkê



22.12.2015 12:37 | shorbevan