Tirşik - Profîl
tirşik-profîla shorbevan

profîla "shorbevan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sosin] de;

1. kulîlkeka bîhndare, kulîlkeka zere di şêve pîvokê lê serê wê yê di erdêde wekî pîvazaye him bi bizir çêdibe/şîndibe him jî bi serîyê xweyî wekî pîvazê şîndibe jêre dibêjin vejetatîv ne bawerim dîsa.. werhasil kulîlkeka bîhna wî herî xweşe li ba min.. û navê çend heb sitranên gelêrîye ji wan sitrana yek jê burhan berken gotîye û helbet xweş gotîye. gotinên wê evin ;





Sosin sosin sosin sosina li mêrg û çiya ye

Qîzik çûne dîlanê hemî kemberê badaye

Ji eşqa ramûsanê aqil û sewda nemaye

Ji derdê ramûsanê aqil û sewda nemaye



Sosin sosin sosin sosina li mêrg hêşîne

Qîzik çûne dîlanê hemî kemberê rêşîn e

Min ji derdê ramûsanê aqil û sewda danîne

Ji derdê ramûsanê aqil û sewda danîne



Sosin sosin sosin sosina li mêrg û li pêş e

Keçik çûne dîlanê hemî kemberê gurîş e

Ji eşqa ramûsanê aqil û sewda difroşe

Ji derdê ramûsanê aqil û sewda difroşe



Sosin sosin sosin sosina li mêrg û belek e

Keçik çûne dîlanê hemî kemberê xelek e

Ji derdê ramûsanê aqil û sewda gelek e

Ji derdê ramûsanê aqil û sewda gelek e





18.11.2015 13:03 | shorbevan