Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên nayên jibîrkirin] de;

1. Li Nisêbîna me gelek qereqol hene. Ji ber ku ez xwendekar im, divê ez di ber qereqolan re derbas bibim û dibim. Rojekê dîsa ji wir derbas dibûm, eskerê tirk (mêrkujên zarokên kurdan) silav da min. Lê min bersiv neda. got "HeY çAnTaLı çOcUk", gazî min kir.  Di destê wî zilamî de çeka "m4a1" hebû.
Ew meşiya ku were ba min. Ez wek ehmeqekî li mêrik dinêrim ji ber ku simbêlên wî pir tuman bû. Dema ku ew nêzîkî min bû, tiştek got lê nayê bîra min. Wî ji min pirsî, "tu diçe kîjan dibistanê?". Lê min tenê li zilam nihêrî. Got ma zimanê te tune, ez hê jî li mêrik digerim.

Piştî wê jî ew guftûgo çêbû, Helbet bi tirkî diaxivî lê ez ê wergerînim kurdî:

x: Tu bi tirkî dizanî?
ez: haah?
x: Heval tu bi tirkî dizanî?
ez: hııııh?
x: çentê xwe veke.
ez: huuuh?

(Li kolanê gazî xortekî kir û ew xort hat ba me..)

xort: Ev mêrik ji te çi dixwaze?
ez:  ez bi tirkî napeyivim ew dîn dibe.
xort: haahahahahaha
ez: erê xwedê (:

x: bi tirkî bipeyivin leyyn.
xort: Ev heval bi tirkî nizane.
x: Çawa ew nizane? îcar bila çentê xwe veke.

xort: Ew dixwaze ku tu çentê xwe veke.
ez: Ji wî re bêje ku mafê wî tune.
xort: haydê AAAAAA
ez: temam heval, ji bo xatirê te.

Û min pirtûka kurdî ya Mehmet Uzun nîşan da.

x: temam. riya xwe berdewam bikin.
ez û xort: li ser serê min, ser çavê min.

û ev xort heta îro hevalê min ê herî baş e.



31.03.2023 20:37 | horhorik