Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmbûna malperên kurdî] de;

4. Ji ber ku em bê dewlet in.
Ger dewleteke me hebûya, me dikarîbû ji dewleta xwe re malper ava bikira û em bi pêş bikevin.
Endezyarên kurd bi zimanê welatên ku lê dijîn malperan çêdikin.
Malperên kurdî yên ku tên vekirin dema ku balê nekişînin mecbûr dimînin ku bên girtin.
Haya Kurdan ji van rewşên girîng nîne.
Kurd ewqas bindest bûne ku tenê dikarin siyasetê bikin.
tenê malperên me yên nûçeyan hene.
lê bes e? Tirkan malperên forumê, malperên tora civakî, malperên blogê ava dikin.
Kurd çima nikarin ava bikin?
Bi eşkereyî, ew wan ava dikin, lê dewlet zextê li wan dike û nahêle bigihêjin van malperan, yan jî kurd bi van malperan nizanin.

Haya min ji vê yekê 5 meh berê çebû û ez pir xemgîn kirim. Ji ber vê yekê ez ji malpera tirsik.net hez dikim.

Dema ku ez dibistana xwe biqedînim, ez ê tu carî malpera tirkî çênekim. Ez ê tenê kurdî û îngilîzî malper ava bikim.



25.03.2023 18:30 | horhorik