Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lazuri tv] de;

2. Ez zû da li vê kanalê rast hatibûm berî wê jî min Laz nas dikirin ez heta gundên Lazan û zozanên bilind ên Lazan jî çûm, em di çi rewşê de bin ew jî hema rewşê de ne di warê dilsoz bûna çanda xwe de, gava mirov di perspektîfek fireh de lê dinêre têt dîtin ku ferq navbera me de nemaye. Berê min digot di nava vê pergalê de di warê çanda xwe parastinê de yên herî baş em kurd in lê mixabin wisa nîn e,li ba wan jî tenê gundî girêdayî çanda xwe ne li ba me jî, li ba wan jî nifşa berê zimanê xwe baş dizane li ba me jî, li ba wan têkiliyên rojane bi Lazkî nin in li ba me jî kurdî nîn e. Axir wekî her derê tenê çanda resen a xelkan li çiyayên bilind ên ku hatin-çûm dijwar e hatiye hefskirin, cihên di bin bandora çanda serdestan de mayî perçe bûye, perritîye, mal lê wêran bûye. Dixwazim behsa karên vê kanalê jî bikim, camêr di karê xwe de gelek serketî ne, gelek xweş dixebitin. Wekî me enstîtuya wan jî li stenbolê heye û bi hevra kar dikin, ji bo dersên hilbijartî, pirtûkên waneyan amade dikin, li ser îstagramê ajimara wan heye, kursên lazkî didin û mamosteyan Perwerde dikin lê ked û xebata wan berhewa ye mixabin vê sala derbasbûyî tanê qasî sed û şêst xwendekaran waneya lazkî hilbijart, nizanim pêkane anegorê gelheya xwe hejmerek baş be. Jixwe ew nav çûne bi ya min êdî xelasî ya wan tuneye. Lê hêj ji bo me hêvî heye vê dibêjim ji ber ku di destê Kurdan de dîyasporayek baş heye bawer dikim dê hêj bihêztir bibe û kurd tenê ne li sînorên Tirkiyeyê yên sîyasî de dijîn derveyî sînorên Tirkiyeyê yên sîyasî jî Kurd hene bi rêya wan veguhastina çandê pêkane bi saya vê jî dibe ku avheyata Kurdan neçike lê ew rebenên Xwedê herî zêde dişibin Gurcî'yan( xelkî Gurcistanê) û ez bawer nakim ku dê di navbera wan de têkiliyên kulturî çêbibin Jiberku ew lazên min dîtin ji Erban zêdetir girêdayî dînê Îslamê bûn yanî ev girêdan wisa dijwar bû ku ji ber dîroka Ermenîyên hemşînî ya mesîhî ji wan jî hez nedikirin, hemşîn cîranê navçeya Lazan e û di hemşînê bi xwe da jî Laz dijî li wir Ermenîyên Misliman hene dema Osmaniyan de ji bo wir hatine îskan kirin( bi cih kirin), di van şertan de pêkan nîn e gurcî'yên mesîhî hez bikin û di navbera wan de veguhastina çandê çêbibe. Û çend peyv û hevokên lazkî;
Mûçûre; çawa yî?
Ho; erê
Ma lazûrî maropen; ez ji lazkîyê hez dikim.
Ma sî maropen; ez ji te hez dikim.
Şûrîmşîne; hezkirî/ xoşewîst.



27.11.2022 20:44 ~20:59 | bayê xerbî