Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên beredayî] de;

16. Di pirtûka pêkenokan da pêkenokek hebûye û vê pêkenokê şerm kiriye ku ji pirtûka pêkenokan derbikeve.
Jê te gotine çima ji pirtûkê dernakevî?
Gotiye; dê bi min bikenin ji ber wê dernekevim.:ddd



8 roj berê 09:12 | bayê xerbî

11. Rojekê Almanîyek û Kurdek li ba hev rûniştine herwiha kûçikê herdu yan jî hene. Zilamê Alman tim pesnê kûçikê xwe dide, dibêje pir bi aqil e, ez çi jê re bêjim dike filan û bêvan. Heman demê de bi çavek biçûkkirinê li kûçikê zilamê Kurdê dinêre. Demek derbas dibe û cixareya herdu zilaman jî xelas dibe yê Alman pere dide kûçikê xwe û dibêje here ji min re ji marketê cixareyekî bîne, yê Kurd jî pereyî ji berîka xwe derdixe dide kûçikê xwe lê dike nake kûçikê wî qebûl nake hema dike ewte ewt, yê Alman ji Kurdî dipirse; "ev çima kûçikê te wiha dike?", Yê Kurd jî dibêje; " willah kûçikê min dibêje heq neheq ezê ji berîka xwe ji te re cixareyê bikirin ji ber wê perê min qebûl nake.";););)



16.10.2022 15:05 | bayê xerbî

10. Rojekê Kurdek, Fransiyek û Almanek diçin seferê û li ser rêya xwe ji bo bêhnvedanê li xanekî dimînin. Her yek diçe li odeya xwe bi cih dibe. Lê di wê xanê de pir morî hene, ji ber lê nepirsîn û lê ne nêrîna karkerên xanê. Axir dibe şevek mêvan tên ji bo têştxwarinê lê halê wan ne halê yek dibêje "axx dayê pişta mino çend xwere!" Yekî din dibêje" wey bavo van morîyên kambax em xwarin me nekarî xew biçin, bêhna xwe vedin.!" Karkerek xanê wekî ku ji mijarê bi xeber be dibêje çiye ev halê we. Alman dibêje "ewqas morî hebûn min nekarî xew biçim heta şeveqê şiyar mam", herwiha yê Fransî jî heman tiştê dibêje. Li yê Kurd dinêrin rewşa wî pir başe, ji re dibêjin Kurdo! Me nekarî razên tu çawa razayî ji ber van morîyan?. Kurdo dibêje gelek hêsan; min morîyek kuşt yên din jî mecbûrî çûn definkirin û serxweşî ya wî.;))) Ez jî razam bi dilê xwe.



16.10.2022 14:52 ~14:53 | bayê xerbî