Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kesên şanoya kurdî temaşe kirine] de;

2. Xwedê bike kavil! Ketime cihek we da, tu dibêjî qêy yek dewsa kurd ne ketiyê. Li kocaelî yê dimînim. ne ku kurd tê de nîn in, pirin jî. Lê mixabin piraniya wan asîmîle bûne tenê caran dibêjin “em kurd in” bes ew qas (yên ku kurdbûna xwe veşartîn jî rast hatime) ji ber wê yekê ye çalakiyên bi vî awayî pir kêm tên darxistin. Ev cara yekemîn bû pê hesîyam tê şanoya bajêr a amedê were. Min jî niyet kir ku biçim. lîstika don kixot bû. Pir jî kelecan bibûm lê sibekê çi telefonê binêrim, kambaxê hatiye astengkirin (bawer nakim lê xwedê bela xwe bide wan) ez dîsa mam halê xwe da. Çum çend peyam ji organizasyonê re şand hêvî daxwaz kir ku carek din serlêdan bikin. Du-sê emojiyan bersîv dan. Nizanim. Hêviya min jî jê birîn. Xweziya min jî ma qirka min da.



24.05.2022 11:05 | evcebarê pirê