Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sêva mêxekrêj] de;

9. Sêva Mêxekrêj bêhtir di nav Kurdên Rojhilat de, ji berê de, ji sedsalî zêdetir ve tê çêkirin. Nîşaneya evîn, lihevhatin û aşitiyê ye di navbera hezkiriyan de. Heke tu ji yekî hez bikî, sêva mêxekrêj jê re dişînî. An jî heke tu şer bikî bi hezkiriya xwe re an hûn dilê hev bihêlin, tu dikarî bi sêvekê vê meselê çareser bikî û xwe bidî efûkirin. Ev çand bi sed salan e di nav Kurdên Îranê de heye.

Hunermend Seywan Saedian di sala 1999an de ev çand da nasîn. Ku ew jî vê çandê ji diya xwe hîn bûye. Wî xwest ku ev çand bila nemire û di nav Kurdan de geştir bibe û belavtir bibe. Ji wê rojê pê de, tevî gelek tengasiyan, hêdî hêdî ev çand li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û hêj jî dewam dike.



01.07.2022 21:49 | evcebarê pirê