Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêkenokên kurdî] de;

105. Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek nameyekê dinivîse.

Textorê derûnî: Qewet be ji te re, tu çi dinivîse?

– Nameyek dinivîsim.

– Baş e, tu ji kê re dinivîse?

– Ji xwe re.

– Baş e te di nameyê de çi nivîsîye?

– Textor efendî, tu dînî? Min name nestandîye heta ez zanibim bê di nameyê de çi dinivîse.



01.07.2022 00:57 | evcebarê pirê

104. Kenan, Fatê bi Elî re dibîne. Dermanca xwe ji ber xwe derdixe û dibêje Elî:

-Madem tu Fatê dixwaze, were weke mêra wê ji min bistîne. Ez te vedixwînim duşerkîyê/dueloyê.

Elî ev şertê Kenan qebûl kirîye û ji ber duşerkîyê herdû bi hev re diçin odeya teniştê û derî li ber xwe digirin. Kenan di guhê Elî de bi dengnizmî dibêje:

– Pêwist nake ku kesek bimire. Em herdû berbi ezman de cerculek vala bikin. Pişt re em xwe weke mirîyan bavêjin erdê. Fatê pêşî berê xwe bide kê ji me, bila Fatê ji wî re be.

Bi vî awayî herdû dikevin odê û berê dermancên xwe ber bi ezmankî ve diteqînin. Fatê dema teqîna dermancên wan dibihîze, bi bez derî vedike û dibîne ku Kenan û Elî li erdê dirêjkirîne. Berê xwe dide derve û bang dike:

– Cemalo, evîndarê min; tu kare derkeve, herdû mirin.



01.07.2022 00:55 | evcebarê pirê