Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ciwanzêr

profîla "ciwanzêr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kia shadman] de;

1. bestekar û bi gotina wî "leader"a koma rockurdê ye. bi nêrîna min mûzika wan bi astekî bilind û cûda ye. îro jî li înstagramê rastê wî hatim.

min peyam şand jê re, qe hêvîya min ji bona bersivê tûne bû. lê bi demeke kurt de bersiv da. me hev silav kirin û paşê ew kurmancîya min fehm nekir me jî bi inglisi berdewam kir.

min bi 1 - 2 cara got ez gelek ji koma we hez dikim filan favorîya min ew e filan. paşê got demeke nêzik de "single"ên me derkeve. nava yekî jî bibe "qumar".

herî dawî jî min ji bona notayên stranên wan pirs kir. got tab û notayên nivîskirî li me tûne ne lê ez dikarim akoran bişînim. min straneke wan hilbijart û ew got ez amade dikim. paşê sipas filan bêvan...

ên ku dixwazin bigihîjîn jê re, dikarin li ser înstagramê peyam bişînin. birêz teqez bersiv bide bawerkim.



19.09.2022 22:38 ~22:39 | ciwanzêr