Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ciwanzêr

profîla "ciwanzêr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [motîvasyona kurdên xwandevan] de;

7. heger min wetayê mijarê çewt fahm nekir, ew dipirse wekê "hûn çima di dora kurdîyê de ne?".

nêzikî 2 sal nîv berê filan, ez bi ketoberî ketibûm rûpelekê kurdî. çend tiştên, nivîsên kurdî hebûn ku min dan hestekî ecêb. ew gelek bala min kişandin, meraq kirim ku gelo nivîsên din ên kurdîyê çi qas fehm dikim. ji bo hêsanîya fahmê, min çîrokek vekir û xwend. hişê min xwar bû; li vir zimanek heye, jê fahm dikim lê haja min pê tûne. bi vê kelecanî û fikirînên şaşmayî, di nîvê şevê de min li malê voltayan avêt. rojên li pey wê, min lêkolînên li ser vî zimanê berfirehtir kir.

min dît ku ew ziman, xweş e, rind e, kevnar e; a ku tûnekirina wî tê xwestin e, a ku tê wendakirin e, a ku li bend û hêvîya ciwan û nifşê nû ye.

loma ez kurdîyê hem wekî hilbijartinekî tehmxweşker û hem jî wek berpirsyarîyeke dibînim. ev motîvasyonê min e.

tirşikvanên 16 salî/139602



14.05.2022 01:50 ~02:04 | ciwanzêr