Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kartol] de;

10. Peyva ku bi almanî kartoffel e û li wir derbasî kurdî bûyî ye. Ji ber ku dewleta ûrisa çar (dewleta beriya sovyetan) almanên li prusyayê hildaye û sirgûnê qersê kiriye. Ji ber vê jî serhedî çêkirina penîrê qaşar û çandina kartola ji wan hîn bûne.
Bi îngîlîzî jî dibêjin potato û li wir derbasî gelek zimana bûye. Colemêrgê ji kartol re dibêjin pitat.
Lê ya herî balkêş devoka geverê ye. Ji ber ku geverî dema peyv an jî tiştekî xerîb dibînin û ew tişt dikeve jiyana wan navê wê ya orîjînal ji xwe re guncav nakin, wê peyvê re navekî kurdî dibînin û êdî wê bikar dînin. Navê kartol jî wek "sêvikê binerd" bikar dînin (Geverî ji sêva ra dibêjin sêvik). Li fransî jî kartol ra dibêjin pomme de terre (sêva bin erdê).



08.11.2022 10:16 ~10:20 | pêşewa