Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çetin kotan] de;

1. Li nexweşxaneya zaningeha li wanê da profesorê bijîşkiyê ye. sala 1963 da li bazîdê hatiye dinê, li zaningeha istanbul üniversitesi da xwendiye. Bijîşkekî gelek serkeftî ye, dema pandemiyê da 250 nexweşên penceşêrê nişdarî kir. Gelek sale li wanê ye û hewqas nexweşxaneyên taybet hez dikin wî bînin cem xwe lê ewî qebûl nekiriye. Tê gotin dibêje şîreta kalê min e ku ez alîkariya gelê hejar bikim. Nizanim ev gotin çiqas rast e lê ji bo çi be jî nexweşxaneya zaningehê disekine û ne diçe bajarên rojavaya tirkiyê ne jî diçe nexweşxaneyên taybet. Li Wanê, li bajar û navçeyên derdora wanê da hema hema her kes wî dizane û her kes jî jê xweş e. Bi her nexweşê xwe re heman merca de venêrîn dike û bi hemûya re jî têkildar e. Navbera 2008-2011 da dekanê fakûlteya tipê bû lê yekî din hat dewsa wî (ji ber sedemên siyasî). Hema hema li hemû hilbijartina da navê wî ji bo parlamenterî û şaredariyê derbas dibe lê gel hez nake bijîşkekî wiha wênda bike, ew jî jixwe nabe namzet.



31.01.2023 10:14 ~2023.06.19 00:01 | pêşewa