1. Navçeya girêdayî bajarê muğla ye. Yek ji cihên herî tûristîk li tirkiyê ye. Lê pêşveçûyîna xurt nêzî 15-20 sal berî niha destpê kiriye, berî wê navçeyên muğlayê yên din (marmaris, fethiye, datça, dalaman) alî tûrîzmê pêşveçûyî bûne paşê bodrûm hêdî hêdi nav û dengê xwe daye bihîstandin û pêşveçûnekî xurt nîşan daye. Ev pêşveçûn, sektora înşaatê pêş xistiye. Ger tirkiyê cihekî de karê înşaatê derkeve karkerên wê derî wek her deman dîsa bûne kurd. Li bodrumê Nav 30 salên dawî de derbanek tunne ku xwehdana kurdekî tev xercê înşaata wê nebûbe. Xeynî kurda, bajarên din ji -taybetî herêma karadenizê- jî karker hatine lê hejmara kurda gorî wana zêde zêde ye. Karker pêşiyê hatine vir xerîbiyê lê paşê malê xwe barkirine li wir cih bûne lê yên niha jî diçin xerîbiyê gelek in. Li wir, Bi yên cih bûyî û yên diçin xerîbiyê ve niha ji gelheyê her 7-8 kesan yek kurd e. Salên 1990 an de karkeran gelek hejarî dîtine, şert û mercên dijwar de xebitî ne. Niha jî hinek şertên dijwar nema ne lê hinek hê jî didomin (bê sîgorta xebat, yên diçin xeribiyê cih û rewşên nebaş de dimînin, rojê 12 saet xebat hwd.). Lê hinek karkerên çûyî wir jî rewşa xwe pêşve birine, bûne muteahhît, taşeron û karên mezin pêk dînin. Lê ew kesên rewşa xwe xweş kirî jî niha karkerên bin destê xwe şertên xirab de (yên her tim heyî) dixebitîne. Wek li vir tê dîtin Carek din jî diyar dibe ku ger sîstem neguhire mirov çiqas biguhirin jî fêyde nake. |
|
25.01.2023 00:59 ~2023.01.26 00:05 |
pêşewa
![]() |