Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sovyeta erzinganê] de;

1. Yekemîn hikûmeta sosyalîst ser kurdistan û dewleta osmaniyan e. sala 1916 ji ber tunnebûna desthilatdaran, li erzinganê bi destê kurd, tirk û ermeniyan li navenda erzinganê hatiye ava kirin, sala 1918 navenda rêveberiyê birine zerenika dêrsimê. Birîkarên kurda li vê rêveberiyê alîşêr û alîşan beg bûne. Ev rêveberî; ji birîkarên ku gel li bajarên dêrsim, erzingan û bayburtê hilbijartî pêk tê. Sîstema rêveberiyê sosyalîzm e û îdeolojiya marxist-lenînîst ji xwe re rêgez girtine. Sala 1918 da ji ber ku sekreterê giştî yê rêveberiyê yekî ermenî ye û yekîtiya sovyetan cihên ku dema çar da hatî dagirkirin artêşa xwe paş da hildide û wir dîsa bê desthilatî dimîne, encûmenên tirk gazî artêşa osmaniyan dikin û endamên rêveberiyê dibînin ku osmanî werin ê vir hilweşînin, navenda rêveberiyê dibin zerenika dêrsimê. Zerenik bin bandora koçgirî ye û dema serhildana koçgirî têk diçe, sala 1921 da rêveberî xwe feremûş dike.



21.12.2022 18:39 | pêşewa