Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin?] de;

2. Pirsa ku gelek caran hişê gelek kesan mijûl dike ye. Bersiv, gorî min ji ber serdest nebûna kurda û heta demekî nêzik derbendbûna kurdî ye.
Ji ber ku kurd diçin dibistanê kurdî xeber nadin, diçin mezrekên dewlet û yên sîvîl kurdî xeber nadin. Dibin xwedî kar wê demê zêdehiya gelheyê kurdî xeber nadin. Heta demekî nêzik derbendên fermî jî ser kurdî hebûn. Bi kurtasî kurdî jiyana rojane da kêrî wan nayê. Her diçe kêmtir xeber didin. Zarokên wan jî ji wan kêmtir kurdî hîn dibin, neviyên wan ji zarokên wan jî kêmtir hîn dibin û her wiha didome. Ne tenê kurdî zimanê din jî wiha wênda dibin (ferqa kurdî, demekî dirêj derbendên fermî ser ziman hebûn). Gorî raçevkirinên min, du kurdên hevdû nasnakin ku cara yekem tên cem hevdû kurdî xeber nadin, sedema wê; difikirin ku dibe ev kes kurdî nizanibe. Û piştî demekî zimanên serdest cihê kurdiyê digir e. Çiqas dem derbas dibe ev rêçûyîna nebaş jî pêşve diçe. Hin deran ji ber ku êdî tu kes kurdî xeber nade êdî kurdbûna xwe jî înkar dikin. Çawa min pêşî da jî gotî, ev pirsgirêk tenê kurdî da tunne ye, herin navçê artvînê, rîzeyê , trabzonê, hinek navçeyên kayseriyê, samsunê; kal û pir û hinek navser, ger hûn bi zimanê wan tiştekî bipirsin bi zimanê xwe bersiv didin lê tu dema hûn nikarin bibînin ku navbera hev bi zimanê xwe xeber didin. Qenala youtubê lazuri tv li navçeyên artvin û rize roportaj dikir, kesên ciwan jî lazkî dizanibûn, lê hûn herin hûn ê bibînin ku ji bo tirkî dikarin her tiştî bikin û hûn qet nabînin ku navbera hevdû de bi zimanê xwe diaxifin.
ev tiştên min jorê nivîsî, pênaseya peyvekî ye: asîmîlasyon.
dostê asîmîlasyonê zeman e. Û asîmîlasyon heta neyê şikandin an jî heta gelê asîmîle dibin bindestiyê dernekevin û serdest nebin her hewla asîmîlasyonê zêde dibe. Hûn dikarin bêjin, ez çima kurdî dinivîsim, dixwînim û diaxifim, kesên din çima nakin? Ji ber ku we rêya zor û zihmet hilbijartî ye. Her kes nikare wiha bike, bin siya zimanekî da hemberî wê zimanî bisekine. Her kesî da ev wîcdan û ev kêferatî tunne ye. Her kes nikare hemberî asîmîlasyonê bisekine. Hember sekînin, meseleyekî etîk û wîcdanî ye, rêyekî zihmet e.
Min gelek kes dît ku bo pêşerojê gelek reşbîn in, mafadar in jî. Du pêşerojên alternatîf pêşiya me heye, yan em ê bi temamî asîmîle bibin, yan jî heta kesek mabe jî emê zimanênxwe xwedî derkevin. Li dinê mînakên herdû alternatîfa jî hene. Minakekî da gel bê zorî bixwe asîmîle bûne, minakekî jî gel li rewşekî ji me xirabtir derketine, zimanên wan êdî tu kesî xeber nedaye lê niha zimanê xwe ji zarokê xwe hîn dikin, zarokên wan zimanê kal û bavên wan diaxifin lê ew bixwe nizanin.
Her çiqas maf û azadiyên me gorî şert û mercên herêm û dewletê tên an jî diçin jî, hewce ye em jî heta dawiya hêz û qeweta xwe bi xeberdan zimanê kurdî xwedî derkevin. yên destê wan tê, dikarin zarava û devokên ber wênda bûnê jî hîn bin. Ji bo jiyana hemû devokan, barê kurdên asîmîle bûyî jî hewce ye kurdên xwedî wicdan li xwe bar bikin.



27.11.2022 18:15 ~2022.11.29 20:21 | pêşewa