Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emrah serbes] de;

1. Nivîskar û senarîstekî serkeftî ye. Sala 1981 li yalovayê hatiye dinê. Zaningeha ankara beşa şanoyê xwendiye. Hê xwendevaniya xwe da dest bi nivîsandinê kiriye. Pirtûkên wî her temas iz bırakır û son hafriyat, bû senaryoya rêzefîlma
"behzat ç.: bir ankara polisiyesi". Pişt re du fîlm jî hate kişandin. Niha dîsa pirtûka wî çekiç ve gül tê senaryokirin. Zêdehî bi romanê xwe tê nasîn lê pirtûkên wî yê çîrokan jî heye. Çîroka wî ya "üst kattaki terörist" gelek xweş bû û pêşiyê nav pirtûka erken kaybedenler da hat weşandin, sala 2016 da jî bi heman navî pirtûkekî cûda derket.
Sala 2017 da piştî vexwarina alkol derketiye trafîqê û qeza kiriye. Wê qezayê 3 kesên heman malbatê mirin û emrah serbes 13 sala ceza hilda. Sala 2020 da ji girtîgehê tahliye bû û niha ser senaryoya rêzefîlma "çekiç ve gül: bir behzat ç. hikayesi" dixebite. Ev rêzefîlmê îsal li ser blutv were weşandin.



07.11.2022 00:11 ~00:13 | pêşewa