Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kendal nezan] de;

1. Damezrêner û serokê enstîtûya kurdî ya parîsê ye. Birayê rojen barnas e. Sala 1949 li farqînê hatiye dinê, xwendina xwe ser fîzîka nûkleerî qedandiye. Sala 1974 da komela fransa-kurdistan ava kiriye, zanayê navdar jean-paul sartre jî tev avabûna vê komelê bûye. Sala 1981 da ji welatiniya tirk tê derxistin. Sala 1983 da tevî rewşenbîrên din enstîtuya kurdî ya parîsê ava dikin. endamê enstîtûya kurd ya washingtonê ye. Demekî ew û fatoş güney ji hev re dildarî kirin lê paşê hev veqetiyan.
Nav dîasporayê bandora wî pirr xurt e. Têkiliya wî her demî ji hikûmetên ewropa û dya çêbûye. Sirgûniya ên wek ahmet kaya, yılmaz güney, hwd. ji wan re piştgirî kirî ye. Îro 73 salî ye û gorî min bandora wî li dîasporayê wek berê didome.



27.10.2022 10:58 ~2022.10.28 10:28 | pêşewa