Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diziya tirkan] de;

1. Qenalekî li youtube e. Armanca qenalê eşkere kirina stranên ku gotin an jî awazên wan ji stranên kurdî hatine girtin û wek navê qenalê jî diyar dibe ku îdda dikin ku hemû ji stranên kurdî hatine "dizîn". Ji bo her îddaya hûnermendekî vîdyokî çêkirine heta ji bo hin hunermendan vîdyok tenê têr nehatiye û 2-3 vîdyo çêkirine. Lê vîdyoyên kevn da hinek caran ên ku tevlihev çêkirine jî hene. Lîste pir tijî ye. Min hez dikir ez ji bo hemûyan yek bi yek mijarên cûda wekim ji ber ku her yek ji hev balkêştir e, minak bidim; him Kazancı Bedih heye him Abdurrahman Önül heye him İzzet Altınmeşe heye, lê wê demê ê zehf tevlihev bûya. Ez lînkên vîdyoyan datînim vir û ku hewce bibe paşê mijar bi mijar jî em dikarin paşê vekin. Şîroveya min ji bo vê yekê, gelekê stran xuya dike ku ji kurdî hatiye girtin lê ez nikarim ji bo hemûyan heman tiştî bêjim. Piraniya van hunermandan kurd in, lê ev hilgirtin ji ber ku xizmeta zimanê tirkî dike ez dibêjim biryara danîna wan li lîstê cih de ye. Ne ev tenê ne. Gelekê stranên kurdî jî ser navê tirkmenên li kirkûkê hatiye girtin. Stranên soranî jî bi vî rêyî gelek hatiye girtin. Ger hûn rojeke rêzê de trt radyo türkü vekin hûn ê bibînin ku gelek stranên parêzgehên ûrfa, diyarbekir (taybetî jî navenda amedê), xarpêt, wan hwd. bibînin. Hûn ê bibînin ku awazên wan türküyan çawa dişibe stranên me, heta li hineka gotin raste rast were vergerandin wek hev xuya dike. Hewceye em xebatên baş yek bi yek wana îsbat bikin. Îddayek e ku min çend lêkorîneran bihîstiye ku dibêjin dewlet çend karmendan tenê ji bo vê şandiye û nêzî 600 stran bi navê "türkmen türküsü" ketiye nav arşîva trt.
Vîdyoyên gorî hunermendan hatî hilbijartin:
Celal Yarıcı (11):


Songül Karlı (6):


Küçük Emrah (12):


Ceylan (16):


Kazancı Bedih (9):


Mahsun Kırmızıgül (10):


İzzet Altınmeşe 2 (13):


İzzet Altınmeşe 1 (13):


İbrahim Tatlıses 2 (12):


İbrahim Tatlıses 1 (12):


Celal Güzelses (7):


Burhan Çaçan (19):


Abdurrahman Önül (10):


Neşet Ertaş (2):



Vîdyoyên bi stranan hatî hilbijartin:
7 stranên tevlihev:


Mûrad Hesenzade-Delalê (hepimiz kardeşiz):


Rênçber Ezîz-Ziravê (karpuz kes de yiyelim):


Hesen Cizîrî-keçkê (evlerinin önü yonca):


Mamlê-Ser le ser anî (sarı gelin):


Koçer Hacî an jî Koma Dengê Qamişlo(?)-Lê lê Dayê (ölürüm türkiyem):


Hesen Zîrek-Ciwanî ciwanî (bir dalda iki keklik):


Hesen Zîrek-ey niştîman (ankaranın taşına bak):


Rustemê îsko-min te dîtibû (Gönül Dağı):


Gorany Behar-şahiya stranan 3 (ada sahilleri):



25.06.2022 19:35 ~2023.04.03 20:24 | pêşewa