Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ulupamir] de;

2. Gundê ku sala 1982 da 1150 qirgiz hatî bicihkirinê ye. ev gund li geliyê zîlan e. Li vî geliyê (bnr: komkujiya geliyê zîlan) pêk hatiye û 44 gund bi hemû kesên tê de hatiye rakirin. Ev qirgiz ji efxanîstanê ne û dema şer derdikeve bi destê komara tirkiyê li navçeya erdişa wanê tên bicih kirin û îmkanên fireh ji wan re tên nasîn, ji wan re derban, dibistan, binkeya tendûristiyê pêşiya hemû gundên derdorê tên çêkirin. Ev 41 sal e hatine bicihirin û niha hejmara wan bûye nêzî 4 hezaran lê tu têkiliyên xweş navbera wan û gelê xwecih pêk nehatiye. Dema qanûna qoricîtiyê derdikeve dewlet gelek kesên ji wan dike qoricî pişt re meaş û çek dide wan. Her tim ew û gelê xwecih bi hev re şer kirine. Hema hema hemû qoricî ne û bi çekên xwe derdora gundê xwe ne. Heta salên dawî jî gelê derdorê bi çekan çûbûn ser gundê wan. ew jî derdikevin ser medyayê û gotin ev sempatîzanê pkkê ne, ji ber ku em tirk in tên ser me. Lê tu eleqa wan gundiyan û pkk tûnebû heta navbera wan yên ku ji pkk hez nakin û hemberî wan in jî hebûn. Sedema şerên navbera wan ne ji rasteras tirk-qirgiz bûna wan e; çand û kultura wan û ya gelê wir, erdnigariya wan, her tiştê wan ji hev cûda ye û ew jî jixwe kevneparêz in şer jî ber van sedeman û ji ber meseleyên merayên gundên derdorê derdikeve.

Ji gundê xwe koçberî navenda erdîşê, navenda wanê hwd. jî nabin li gundê xwe dimînin. Yekî ji wan çûbû stenbolê lê paşê vegeriya bû. rojnamevanekî ji wî pirzî ku ji bo çî tu vegeriya yî, ewî jî got min dî ku çanda me wenda dibe, zarokên me dest bi xeberdana kurdî bûne û ez havînê hatim min dît ku ciwanên me şemmamê dileyîzin ji bo parastina çanda xwe min barkir ez vegeriyam û li vir atolyeyek ser çanda qirgizan vekir.

Li wanê çend gundên wiha hene ku bi destê dewletê hatî bicih kirin.
Du gundên wiha ji navçeya qelqeliyê emek û (bnr: girê dilê) ye.



19.01.2023 01:54 | pêşewa