Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jinkok

profîla "jinkok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [friends] de;

12. sitcomeke xweş e. di sezonên destpêkê de mirov hin deman bêhnteng dibe, dixwaze rêzefîlmê di nîvî de bihêle lê bi sebra eyûb pêxember, pê re pê re rêzefîlm xweştir dibe û mirov hew dikare xwe jê bide aliyekî. her karakterekê rêzefîlmê bi serê xwe xwediyê kesayet û taybetiyên ecêb in lê ji aliyê din gelekî ji rêzê û sade ne. mirov di jiyana wan an têkiliyên wan de li rastê çîrok û serpêhatiyên xwe tê û ev bêhna mêriv fireh dike.
ji bo karakterên rêzefîlmê gelek kes pesnê phoebeyê didin lê li ber dilê min lehengê herî şirîn û komîk bi ehmaqî û dilê xwe yê qenc joey e. (bnr: how you doin') * û dîsa ross, rachel, monîca, chandler... tev wekî ku ji malê ne, hîç ne xerîb in.



12.03.2021 22:48 | jinkok