Tirşik - Profîl
tirşik-profîla navîgiranmezelîwêran

profîla "navîgiranmezelîwêran"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

496. Raket germika , rabû sermika

Anku karê xwe di wexta xwe de nekir , hîşt rojên dijwar re .



23.01.2023 18:45 | navîgiranmezelîwêran

495. ez çûm hema , bextê min ji min nema!

Anku tu çi karî bike , tu bi ku de biçe bextê te tê dîsa xwe nîşan dide



13.01.2023 14:34 | navîgiranmezelîwêran

492. Bira li çaristanan be, ne li goristanan be


Bira : bila
Çaristan di wate ya "cîhê dûr " de hatiye bikar anîn.

Ji gotinê mebest zindî be bila li dûr be .



16.10.2022 19:45 ~19:45 | navîgiranmezelîwêran

489. Versiyonek din ya peyama jor heye
(bnr: kurmancî birçî ye mirin para wî ye)



13.10.2022 14:56 | navîgiranmezelîwêran

485. ~Ga li Garanê digere , hemserê xwe dibîne


~yarê dizane yaryemanê nizane



09.08.2022 14:31 ~14:31 | navîgiranmezelîwêran

455. gotinên pêşiyan/134665
şor bû şorbe nebû dema ku karek meriva hebe divê wê karê bikî lê bi axaftinê de bikevî bi kesekî û wî karî nekî dibêjin şor bû şorbe nebû. li vir şorbe nebûyin şibandine karê ku nehatiye kirin .

Mînakek : te dît em bi şora de ketin me karê xwe nekir şor bû şorbe nebû.

Şor kirin : axaftin , xeber dan , qise kirin



22.06.2021 22:13 ~22:14 | navîgiranmezelîwêran

452. Gavan ber bi mal bû,
Jina gavîn bi şixûl û bi kar bû .



20.05.2021 17:38 | navîgiranmezelîwêran