Tirşik - Profîl
tirşik-profîla navîgiranmezelîwêran

profîla "navîgiranmezelîwêran"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bendên diranan] de;

1. Bendên dirana ku datînin ser dirana da diran xwarbûnê wî, têkçûyinê wî dirust bibe. Pêvajoyekî dirêj e û gelekî bi êş e .li gorî rewşa dirana dema li ser mayina wê jî diguhere Hene bi salekî xwe jê difilitînin hene du sê salan di bin vê kerbê de ne . Dema cara yekem wê hesinê datînin ser dirana hemû nav dev di bin kul û birîna de dimîne , ew êş û jana dixe nav dêv. Ji aliyekî êşa birîna , ji aliyekî ew hesinê ku dirana ji cih dilivîne û êşa bera nav wan dide dike ku tu 2 hefte ji nêzar, birçînar bimire . Lê xem mekin ji wê êşê birçîbûn jixwe nayê bîra we * paşî du hefte êdî tu dikare xwarina xwe bixwe lê bi mercek tiştê hişk nikarî bixwî, bo nimûne sêvekî hema nikarî gez bikî jiber ku ew hesinana wek hefsara dirana dibe û nahêli gezkirinê xurt bikî . Paşî hînbûna wî her mehekî divê biçî cem diktora xwe da ew li gel hesina lastîkan jî dixe ser dirana ku berhev da werin. Li gorî rewşa çengê ku ji bo dirana cihek baş dirust dike yan nake ger nake yan diran tê hilkişandin yan amûrek dixe ezmana dêv ( da ku çenge fireh bibe ). Ger diran berhev hatin û li gor berê baş bûn îjar jî lastîkên ku aliyek wî dikeve diranê jor û aliyek jî dikeve diranê jêr dide we , divê wan lastîkana bêy dema nan xwarinê her dem bikar bîne . Helbet êşa van lastîkana jî bêhempa ye * dawî ew jî biqede hêj tiştek din maye ew jî plastîkek ku di qalibê dirana de ye dikşîne ser dirana û ew jî têra xwe gelekî bi êş e. Taliyê tev hemû êş û pereyên ku ji te dihere encamek baş derdikeve holê *



31.10.2021 13:39 ~13:41 | navîgiranmezelîwêran