Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [la petite kurde] de;

1. Straneke frensî ye. pierre perret nivîsiye û kiriye stran jî. Di ser kiçikekê kurd behsa gelê kurd dike. Ji bîr nekin penaberên başûrî ev çend heftî ne li ser xeta belarûs û Polonya ji bo jiyanê ketine bextê mirinê.

Gotinên stranê:

“Keçê ger tu kurd bî, guh bide min
Divê hûn herin û ji mala xwe derkevin
Min qedera te nas kir
Min mirinê nas kir
Tu carî li hember leşkerekî nabî xweyî Maf.
Li dora mala min bi sedan bûn;
Li ser dîwaran sîr û îsot hebûn
Ba ewqas nerm bû
Asîman ewqas zelal bû
Û bavê min ji nîşke ve kete erdê.
sibehekê aram a Îlonê bû,
Diya min anîn oda razanê
Kalo rûyê xwe di kefên destê xwe de vedişart
Û Wek zarokekî digirî
Qêrîna dayê ji derve dihat bihîstin.
Dapîrê di mitbaxê de nan çêdikir
Xwe di nav hevîrê de xwar kiribû
Û li ser dilê wî şîn bû
Gula sor
Xelata dawî ya ku wê ji mêrekî wergirt.
Bi pehînan ketibûn ser kalo
Ji celladên xwe rehmê dixwest
Min dengê leşkeran bihîst
Kî pir û bêtir keniya
Û dayê li ser nivîna xwe nema diqîriya.
Paşê ji nişka ve roj ket şînê
birîn weke qurnefîlan bişkivîn
Cejna mirinê bû
Heta li baxçeyê
Li wir tenê sêwî mezin dibûn em.
Barana ku hemû asoyê dirûtibû
Kevirên xaniyan dûman kirin
Û dema ku Dûr ketim
Ji asîmanê Babîlê
Min fêhm kir ku kesekê min nemaye.
Guh nedin ehmeqên ku ji me re dibêjin
azadî bi çekan tê
Yên ku ji vê bêaqiliyê bawer kirin
mirî ne ji zû de
zarokên Bazirganê çekan hemî xweşik in.
Ji destpêka zemanê ve ew ji bo pereyan
Tenê mirovên belengaz didin ber kuştinê
Bawermendî û welat:
Hincet in!
Ji bo bîreke petrolê hê çend jiyan lazim in?
Zarokê, heger tu kurd î divê herî:
Zarokên mirî êdî mezin nabin.
Emê herin Ewropayê,
Ger ev bextê me be...
Li wir tenê li ser kar mirovan dikujin!"



22.11.2021 22:08 ~22:12 | asîmanê sêwî