Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sebat îslambûlî] de;

1. sebat m. îslambûlî*, yek ji bijîşkên jin ên pêşî yên ji împaretoriya osmanî ye ku li gorî agahiyên li ser wê, ji malbateke Kurd û Cihû ye. Di sala 1890an de ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê mezûn dibe. A destê çepê Hind e, ya ortê Japon û ya destê rastê jî Kurd e. Here lînkê

ew piştî mezûniyetê, vedigere Şamê. Bi dû Şerê Cîhanê yê Yekê (sala 1919an) bar dike û diçe Qahîreyê. Ev agahiyên kêm jî ji lîsteya mezûnên Zanîngeha Pennsylvaniayê hatine girtin. Di sala 1941an de li Qahîrê wefat dike. Li gorî heman agahiyan lêzimên wê îro li Kanadayê dimînin.**

*Di hin belgeyan de navê wê Sebat Îstanbûlî ye. Di arşîva wêne tê de hatiye peydakirin, navê wê weke Dr. Tabat M. Islambooly hatiye nivîsin.

**Here lînkê

çavkaniya peyamê polîtîkazad: Here lînkê



14.08.2021 19:43 ~19:59 | asîmanê sêwî