Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêjeya zêr] de;

3. li gorî îndustrîya estetîkê formûleke matematîke heye û ji 2500 salên jî tê bikaranîn.

Li Yewnanistanê 2500 salan berî niha ev formûla îro jê re dibêjin “rêjeya zerîn” hatiye kifşkirine.

Li gorî vê formûle eger xetek an xezek bi rêjeyê 1:1.618 e were dabeşkirin an parvekirin tiştekî li ber çavên mirov xweş xuya dibe derdikeve holê.

Cara yekem peykertiraş û matematîkvanê Yewnan ê bi navê Phîdîas peykerên xwe li gorî vê rêjeyê çêkirine û berhemên gelek serkeftî afirandin e. Ji ber vê yekê wekî rêjeya Phî (ji Phîdîas) jî te ye zanîn.

Heyama Ronesansê li Ewropayê gelek resam û peykertiraşan jî di berhemên xwe de ev rêje bikaranîn ne. Ji tabloyên dinê, ye herî binavûdeng Mona Lisa ye. Mona Lisa jî, li gorî rêjeya zerîn hatiye xezkirin.



17.01.2021 21:59 | asîmanê sêwî