Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hueyn

profîla "hueyn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [corpse bride] de;

1. Anîmasyonfîlmekê tim burton e ku bi metoda stop-motionê hatiye çêkirin. Mijara fîlmê li ewropayê di sedsala 19emîn de derbas dibe.

Yek ji lehengên fîlmê viktor (bi dengê johnny depp) û dergistiya wî viktoria amadekariya dawetê xwe dikin lê tiştê ecêb ew e ku viktor bê hemdî bi mirîyekê (emily) re dizewice û bi hev re diçin welatê miriyan. Li aliyê din jî viktoria li hêviya viktor e. Çiqasî viktor li welatê miriyan girtî bimîne jî taliyê viktor û viktoria digihijin hev.

Bi ya min beşa herî balkêş ew e ku wexta emily çend gotinan ji viktor û viktoria re dike û dibê "ez hij te dikim lê tu ne ya min î, bi saya te (viktor) ez bûm azad, niha jî ez te azad dikim". Her wiha strana ku emily gotibû jî gelek bi mana bû...

Ya rast ez gelekî hej anîmasyonan nakim lê ev hêja bû. Divê ez spasiya pîroz bikim ji bo ku min hay ji vê fîlmê kir.



07.08.2021 23:09 ~23:11 | hueyn