Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hueyn

profîla "hueyn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li kercewsê tecawizkirina zarokek 15 salî] de;

11. qet bawer bakim go yekî ji me derkeve û bêje bera jin li malê rûnin û ti têkiliya wa bi dinyê ra tune be. û ti kes jî wa destdirêjdarên sebav û bênamûs mafdar jî nabîne go tiştekî wilo jixwe ne pekan e.

dîsa mêrên go ji jina bêhtir femînîstîye dikin derketine û civatê tev didin, teşqalaya derdixin. êdî ez bixwe naxwazim gotinên wan yên wexta wan derbasbûyî, bêhnpêketî bihesim. jin helbet divê weka her kesî azad bijin lê derdê we ne azadiya jina ye, hema xelkê tev bidin û hew.



08.12.2020 14:39 | hueyn

6. hevalê shorbevan bi heq e. ez jî dibêm hê gelek buyerên bi vî rengî heye lê heta go tiştekî mezin neqewime nûçeya wan naye me.



08.12.2020 01:13 | hueyn

1. Li gorî nûçeyên li ser twitterê li batmanê zarokek 15 salî ji aliyê 27 kesan va hatiye tecawizkirin. Hemû gişan korîcî û leşker in. Aniha li ser vê nûçeyê qedexeya weşanê danîne û rewşa dawî ne eşkere ye. ji hêrsa xwe nizanim çi bêjim ev çend cara ye li bakur tiştê wilo genî û pîs diqewime, xwedê va sebava nehêle.

sererast: li wanê komek civîye û li ser vê bûyerê daxuyaniyek dane. Qedexeya weşanê hê jî didome.



07.12.2020 00:08 ~2020.12.08 01:18 | hueyn