Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çomez] de;

55. bi a min ji dêlava peyva ''çomez'' ku ji zimanê Tirkî hatîye girtin, em dikarin peyva tena bikar bînin. Essehîyê de peyva tena ji bo zarokên ku nû ji çarlepkan derdikevin û dest bi meşa li ser 2 nigan dikin re tê gotin. Ji lewma ji bo nivîskarên ku nû tevlî rûpelê bûne navek ji vê xweştir lihevhatîtir tunne ye.

Nîşe:
Zarokên tena dema ku dixwazin xwe biceribînin ku li ser 2 nigan bimeşin, gelek caran naşên û diqelibin, dikevin erdê lê tucar ji doza xwe nayên xwarê û dîsa radibin ser xwe. Nivîskarên nû jî nola van zarokan e. Çiqas li hember rexne û dijbêjeyan jî li rast bên divê dîsa dev ji têkoşîna zimên bernedin.



02.07.2021 20:00 ~20:06 | pîroz