Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye] de;

7. Bûyera ku îro hatîye serê min.
Do li ber danê êvarî gava nasek min teşqelekê derbas kir, min biryar da ku li ser navê wî nankê û kîsek xwê bikim setqe ku bikeve ber qeza û bela û bibe sitar jê re. Îcar vê êvarî gava ez li ser rêya malê bûm ketim sûkê min naneke û kîsek xwê rahiştê û heqê wan da. Dû ra li ser rêya xwe min pîrekekî ku temenê wê ji 50 salî bihirîbû dît, ku çixareyek li devê wê, wilo belengaz û feqîrokî li bin siya darekê bû û Pala xwe dabû wê darê. Min bi xweşikayî got" êvara te bi xêr xaltîkê, qey tu vî nanî ji dest min nagire?" Jinikê ji niviştekê bêhna xwe teng kir û wextî arîya çixara xwe avêtiba ser çavê min destê xwe hejand û got " na navêm, her ji vir bicehime!"
Ez heft ecêbmayî mam, dibê ku ji nefsa rebenê re giran hatibû yan îro bêhna wê teng bû nizam lê tiştê ku ez dizanim dema yek bihêle ku evdek Xwedê teala were û qencîkê li mero bike, ev jî tiştek gelek mezin e û bi qedr e.
Nîşe:
Û tiştek din tirşika delal û hêja, gava mero bixwazi qencêyek bike êdî dizanim qenciya mezintir ew e ku mero rûyê zarokan bikenîne û dilê wan xweş bike. Hama 10 15 çiqolatan bikirim û li ser rê min xwe gihandiye kîjan zarokî bidimê xêrtir e û çêtir e((:



11.05.2022 01:26 | pîroz